سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

NY: Pêvajoya navçeyên aram li Sûriyê nehate bicîkirin

Sekreterê giştî yê NYyê Antonio Guterresî ragihand ku şerê li Sûriyê gurtir bûye û pêvajoya navçeyên aram nehate cîbicîkirin.

Di çarçoveya beşdariya xwe de li konfransa asayîşa navnetewî ya li bajarê Mûnixê yê Almanyayê , sekreterê giştî yê NY Antonio Guterresî ragehand ku, wan hêvîdikir ku, navçeyên kêmkirina rageşiyê werin cîbecîkirin, lê mixabin şer niha li wî welatî gurtir bûye.

Herwiha Antonio Guterresî da zanîn ku, rewşa niha ya Sûriyê û şerê vê dawiyên gihandina alîkariyên mirovî bo sivîlan asteng dike.

Tirkiyeyê di 20ê meha borî de li dijî Efrînê operasyonek dabû destpêkirin û heta niha ew operasyon dewam dike ku gelek sivîl di vê operasyonê de hatine kuştin.

هه‌واڵی زیاتر