سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Asayîşa Qamişlo dest danî ser mala Îbrahîm Biro û Fûad Elîko û mal bi zorê valakirin

 

Îro bi şev grûpeke çekdar, li Qamişlo êrîşî mala xuşka sekreterê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro kirin, ew bi zorê ji mal derxistin û zavayê wî muhendis Ebdulmecîd Mistefa girtin û bi xwe re birin.
Biro, ragihand ku, 10 çekdaran êrîşî mala xuşka wî Gulîzar Biro kirin, bi zorê û bi tehdîda, ew û her du zarokên wê yên 13 û 11 salî ji mal derxistin û bavê zarokan jî bi zorê bi xwe re birin.
Biro dibêje ew çekdarên PKK bûn, dest danîn ser mala xuşka wî û klîta malê jî guhertin, ew jî bi hiceta ku mal milê Îbrahîm Biro ye.

Sekreterê Partiya Yekîtî, diyar kir ku, berî 2 rojan asayîşa Qamişlo xuşka wî tehdîd kiribû û xwestibûn ku malê teslîmî wan bike û ewê malê heciz bikin.

Li aliyê din her li Qamişlo asayîşê dest danî ser xaniyê kurê nûnerê ENKSê li nav Itîlafê Fuad Elîko, Bengîn Elîko û hezic kir û malbatek ji koçberên Efrînê têde bi cî kir.

هه‌واڵی زیاتر