سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Li Efrînê 7 kes ji malbatekê dema deriyê mala xwe vedikin têne kuştin

Malbata Ehmed Xelîl Hesen, ku ji Mabeta bû û li Efrînê li taxa Eşrefiyê rûdiniştin, piştî şer koçberî Til Rifet bûbûn, dema ku vedigerin mala xwe, ji ber ku mal hatibû mayîn kirin, dema ku derî vekirine, mayîn bi wan de diteqe û her 7 kes ji malbatekê serê vê sibê têne kuştin.

Ehmed Xelîl Hesen, hevjîna wî, 4 keçên wî û kurek di heman demê de her 8 kes têne kuştin,

Ew mal ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve hatibû talankirin û jêderên nêzîkî malbatê dibêjin çekdaran ew mal mayîn kirine.

Heta niha gelek mal û cih li Efrînê mayînkirî ne, û niha piraniya kesên ku dibin qurbanî mayîn bi wan de diteqin.

هه‌واڵی زیاتر