سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Êrîşek esmanî de 38 çekdarên Hizbullaha Lubnanî hatin kuştin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku di êrîşeke esmanî de, li ser bingeheke serbazî li bajarê El-Bûkemal yê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve, 38 çekdarên Hizbulaha Lubnanî hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, ku heya niha nehatiye nasîn kîjan welatî ew êrîş pêkaniye.

Ajansa fermî ya Sûriyê (Sana) ji ser zimanê hin jêderên serbazî yên Hikûmetê veguhestiye, ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka, êrîşî xalên Artêşa Sûriyê li bajarokê El-Hire li başûrê rojhilatê bajarê El-Bûkemal yê ser bi parêzgeha Dêra Zorê ve kiriye û di encamê de, bi dehan kes hatine kuşin û birîndar bûne.

Di beramber de, wezareta berevaniya Amerîka ew yek red kir û ragihand, ku firokeyên wan êrîşî ti binkeyên Artêşa Sûriyê li El-Bûkemal nekiriye û ew zanyariyên Hikûmeta Sûriyê belav kiriye, dûrî rastiyê ne.

 

هه‌واڵی زیاتر