سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Angelina Jolie rola hikûmetê di pêşwazîkirin û hewandina penaberên Suriyê bilind nirxand

Angelina Jolie şandiya taybetiya Komisyona balaya penaberan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve û şandeya bi wê re serdana bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsê ofîsa taybetiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Dizeyî bi navê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bixêrhatina şandeya mêvan kir û sipasiya Angelina Jolie kir ku bi berdewamî giringiyê bi rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê dide. Dizeyî got ku hikûmeta Herêan Kurdistanê serdanên berdewam yên Jolie û jinêzîk haydarbûn ji rewşa koçber û penaberan bilind dinirxîne.

Peyvdarê hikûmetê ji şandeya mêvan re behsa rewşa Herêma Kurdistanê, kirîzên miroviya koçber û penaberan, kirîza êkonomî û bandora wê, bandora şerê DAÎŞ li ser çîn û katagoriyên cuda, rola ber bi çav ya pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî DAÎŞê di nava çar salên borî de, siyaseta mirovaneya hikûmeta Herêma Kurdistanê, giringîya zêdetir hevahengî û hevkariya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ji bona piştevanîkirin û pêşkeşkirina xizmetgozariyên medenî bi xelkê lêqewimî, kir.

Ji aliyê xwe ve, Angelîna Jolie sipasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke zêde ya penaber û koçberan kiriye, hewandine û hevkariya wan kiriye kir û ev rola hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand.  Wê, hikûmeta Herêma Kurdistanê dilrehet kir ku  bi armanca hevkarîkirin û piştevanikirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew dê peyama derdeseriya koçber û penaberan bi civaka navdewletî bigehîne.

Çewaniya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komisyona balaya penaberan û rêxistinên mirovî ji bona baştir binyatdanan jiyana koçberan pêş binyatdanan xanî û avahiyan, di civînê de gotûbêj kirin. Her du alî li ser berdewamiya dîdar û civînan ji bona dîtina destpêşxeriyên pêşkeftî, bi tyabetî piştevaniya madî û hevkariyên mirovî bi koçber û penaberam hevfikir bûn, heta rewşa deverên wan baş dibin û bi serbilindî ji bo ser mal û milkên xwe vedgerin.

Weke tê zanîn niha 1.4 milyon koçberên navxweyê Îraqê û penaberên Suriyê li Herêma Kurdistanê hene  ku, beşek ji wan koçber û penaberan li nav bajaran û beşek din jî li kampan dijîn.

هه‌واڵی زیاتر