سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Wezîrê Derve yê Tirkiyê: YPG dê ji Minbijê bihê derxistin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu ragihand, leşkerên Tirkiyê dest bi derbasbûna nav Minbicê kirine û tekez kir, di vê pêvajoyê de dê YPG ji Minbicê bihê derxistin. Çavuşoglu herwiha got, piştî Minbicê, Tirkiye dê hemû dever û bajarên din jî ji kontrola YPGê derxîne.

Mevlut Çavuşoglu îro Duşemî 18ê Hezîrana 2018ê, derbarê rewşa li herêma Minbicê li bakurê Sûriyê daxuyaniyên nû da.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeya a dewleta Tirkiyê, Anadolu Agency (AA), Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku leşkerên Tirkiyê li herêma Minbicê dest bi tevgean kiriye û da xuyakirin, di vê pêbajoyê de, dê YPG ji Minbicê bihê derxistin.

Çavuoşoglu ev daxuyanî li parêzgeha Antalya ya Tirkiyê da, ku di çaçroveya kempînên AK Partiyê yên bo hilbijartinên 24ê Hezîranê de, serdana wê parêzgehê kiriye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê da xuyakirin: “Niha di navbera herêma Mertala Firatê û herêma Minbicê de, leşkerên me dest bi derbasbûna nav herêmê kirine. Dest bi gera dewriyeyan kirine. Ji bo derbasbûna nav Minbicê jî dest bi derbasbûna nav kirine. Di vê pêvajoyê de dê YPGyî ji Minbicê bihêne derxistin.”

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir, ku ew dê herî zû nexşerêya Minbicê cîbicî bikin û tekez kir, piştî Minbicê ew dê berê xwe bidin bajarên din ê di bin kontrola hêzên YPGê û Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD).

Çavuşoglu got: “Armanca me ev e ku em hemû herêma ku YPGê kontrol kiriye, ji kontrola wan derxînin û seqamgîriyê vegerînin herêmê. Dîsan armanca me ev e ku em wan deran bidin kesên ku li wan bajaran dijîn.”

Herwiha Artêşa Tirkiyê li ser hesaba xwe ya twîterê de ragihandiye, ku hêzên leşkerî yên Tirkiyê û hêzên Amerîkayê ji îro 18ê Hezîrana 2018ê ve di çaçroveya nexşerêya Minbicê de dest bi tevgerên leşkerî yên serbixwe kirine.

 

هه‌واڵی زیاتر