سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Amerîka: Em bi alîkariya HSD derbasî Reqayê bûn

-Berdevka Wezareta derve ya Amerîkayê ragehand ku, hêzên hevpeyman bêyî Hêzên Sûriya Demokratîk nedikarîbûn biçûna Reqayê.

Di kongireyeke rojnamevanî de berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragehand ku, hêzên hevpeyman bêyî Hêzên Sûriya Demokratîk nedikarîbûn biçûna Reqayê.

Heather Nauert da zanîn ku, hêzên Hevpeyman di şerê li hember DAIŞê de nedikarîbû bêyî HSDê biçûya Reqayê. Nauert di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku “ji hêzên HSDê beşek ji eniya şer yê li hember DAIŞê vekişiyan çûn Efrînê, ev yeke bandor li ser şerê DAIŞê belav kir û vê yekê jî nîgeranî li cem Amerîkayê çêkiriye.

هه‌واڵی زیاتر