سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Amerîka hejmara leşkerên xwe li navenda Tenefê ya leşkerî zêde dike

Amerîkayê weke gavekî li himberî Îranê 200 leşkerên xwe li navenda Tenefê ya li ser Urdinê zêde kir.

Li gorî medyaya tirkî ku ew jî dispêrin çavkaniyên herêmî “Amerîka di van hefteyên dawî de li deverên Tenefê sewqiyatên leşkerî dike û di nêz de nêzî 200 leşker li baregeha Tenefê zêde kirine.” Zêdekirina van leşkeran jî wek ‘li herêmê li hember Îranê xurtkirina hêzên leşkerî’ tê şîrovekirin.

Tê zanîn ku li başûrê Sûriyê nêzê sînorê Udunê hêzên bi îranê ve girêdayî hene. Li herêmên wek Kanakir, Tel Adas û Deyr Makir endamên Hizbullah û milisên Şie ji aliyê Îranê ve tên perwerdekirin

هه‌واڵی زیاتر