سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Çavuşoglu: Me û Amerîka li ser Minbic û rojhelatê Firatê li hev kir

Peyamner -Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Tirkiye û Amerîkayê li ser Minbic û rojhilatê Firatê li hev kirin.

Çavuşoglu di hevpeyvîna Zeit Online ya almanî de derbarê bajarê Minbic û rojhelatê feratê ragehand û got: “Me niha bi amerîkiyan re li ser dabînkirina aramiya Minbicê û rojhilatê li hev kir, me ji bo vê yekê komên xebatê ava kirin.

Herwiha da zanîn ku, ew dê 19ê Adarê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bicive.

Piştî hevdîtina Wezîrên Derve yên Tirkiye û Amerîkayê biryar li ser avakirina mekanîzmayên danûstandinan hatibû wergirtin ku civîna yekem a danûstandinan jî li Washingtonê li ser mijara Sûriyeyê di navbera heyetên herdu welatan de 8ê Adarê hatibû lidarxistin.

هه‌واڵی زیاتر