سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Zimanê Kurdî dikare bibe zimanê aşitiyê!

Azad Selem

Ziman, ji peywira xwe ya gelemperî ku pênaseya wî diyar kiriyê de, zêdetir wateyê di nav xwe de dihewîne. Bi wateyek din, ziman wekî vegotinek dikare wateyên taybet jî ji bo hin armancan bikar bîne. Lewre pênaseya ziman, ne tenê bi sazkirina têkiliyên mirovan re û bi derbirina hest û ramanan re bi sînor e. Jixwe her çend peyva ‘’sînor’’ di derbarê ziman de be jî wek zirzarokê ziman e û li ziman neçûye. Ziman, tekane bêdawîtiya çêkirî ye ku bi destê mirovan hatiye afirandin. Wekî ku tê zanîn sînorê sazkirina hevokan nîn e. Çi ku sînorê ramanê ya diyarkîrî nîne. Di rewşa geşedana pêşketinê ya ramanê de ziman jî her geş dibe. Ev taybetmendiyên ziman ên bêdawîtiyê faktorekî afrînerî ye. Dihêle mirovên xwedî ziman, bi mêjiya vekirî hewl bidin bûyerên ku li derdora wan diqewimin binasin û piştre bikarîbin çareser bikin. Her tişta ku hatibe pênasekirin tê wateya ku ew tişt di bin kontrola mirovan de ye û di serweriya ziman de çareserkirin di çarçoveya pênasekirina pirsgirêkan de pêkan e. Bes divê ziman zelal be û bê fêmkirin. Têgihiştineke hevpar di pêkanînên bikaranîna ziman de dizê. Ji ber vê hindê hişmendiya ziman, wekî nexşerêyek bi rêbaz çalakiya herî bi bandor dipejirîne ku ji bo armanca çareseriyê li gor rewşan, peyvên guncav bikartîne, da ku her tişt bide fêmkirin.

Ziman, her çend ji peyvan pêkhatibe jî, ew bixwe ji yekûna zanîna peyvan gelek wêdetir e. Ji bo jiyanek watedar mifteyek zêrîn e. Jêdera ziman ev e: Pêkanîna aşitî ye. Bela ku zimanek me heye, mirov dikare aştiyê pêk bîne. Çawa ku zarokek nûçêbûyî ta çend salan her daxwaza xwe bi rêya dengek biling, bi girî, heta bi pevçûnê bi cih tîne û gava hêdî hêdî hînî ziman jî dibe îcar daxwazên xwe bê qîr û girî, bê pevçûn bi rêya ziman ve bi cîh tîne. Loma bi geşbûna hişmendiya ziman re mirov hewcedariyên xwe êdî bi ziman pêk tîne û ev pêkanîn, dihêle mirov her gav xwediyê pirsan be, çalak be û têkeve çalakiya lêgerîna jiyanek watedar ku di encamê de ev hişmendî jî bingeha hêjahiya aştiyê pêk tîne.

Wekî ku tê zanîn ziman ji peyvan pêk tê; lê têgeha ziman ew çend kûr û berfirehe ku her peyvek ji ziman jî xwediyê zimanekê ye. Ango her peyv zimanek e ku xwediyê xweseriyê ye. Kî dikare bêje zimanê azadiyê nîn e! Ma zimanê xweşbiniyê, zimanê şerê, xwezayê, jin, zarok… hwd. nîne! Nexwe zimanê aştiyê jî divê hebe. Jixwe heye. Aştî, xwediyê zimanek xweseriyê ye. Ev taybetmendî ji bo tev zimanên cîhanê derbasdar e. Lê Kurdî ji tev van zimanên cîhanê cudatir, xwediyê wateyek bi taybet e. Ji bilî peyva xwe aştî, Kurdî wekî zimanek bixwe jî xwediyê potansiyela pêkanîna aştiyê ye. Çavkaniya vê nîrxa payebilind ji ku tê? Di pêşî de divê bê gotin ku ev payebilindî destkeftiya Kurdî ye.

Her zimanê cîhanê çi kêm çi zêde xwediyê wêje, huner û perwerdehiyê ye. Çi qada fireh çi qada teng, xwediyê ragihandiyê ye. Lê Kurdî têvî hemû pêkûtiyên bêhempa di asta guherîn de peywira xwe ya wêjeyî, hunerî, zanistî bi cih aniye. Heta radeyakê jî wekî amûra ragihandinê hatiye bikaranîn. Lê qada ku di van şert û mercan de gelek zirar ditiye, çalakiya perwerdehiyê ye. Lewre di wateya nûjen de çalakiyên bi rêbaz ên perwerdê di bin siya saziyên fermî de pêkan e. Pêkûtiyên domdar ên dewletan bi nêzîkatiyên perestiya yekzimanî, Kurdî wekî zimanek ne pejirandin. Heta bi teva saziyên xwe hewlek mezin meşandin ku zimanê Kurdî ji holê rabe. Ji ber ku dewletên zordar zîrek in û dizanin ku ziman bingeha netewê ye. Paşxistina ziman û piştre kuştina wî, armanca bingehîn ya dewletên zordar e. Her çend zimanê Kurdî di vê pêvajoya bi êş de her gav xwe wekî zimanek çandî yê gel nîşan dabe jî xwe ji destên wan dewletên qirêj sedî sed rizgar nekiriye. Ev astengî ne tenê di qada perverde û zanistê de xwe daye xuyakirin; mirovên ku tenê bi çend peyv Kurdî axivîne rastî kuştin, zindan û cezeyên pere hatine. Di vê rewşa awarte de zimanê Kurdî bi xwezayî ve bi wateyên sînorkirî ya diyarkirî wêdetir wateyan nakokî ku dikare bi avayên du alî ve bê xwendin, girtiye. Bikaranîna çi peyvek, dikare bibe sedema kuştinê û di heman demê de bibe sedema vejînê jî. Ev zimanê ku weke nakokî xuya dike, di xeta zirav ya hebûn û tunebûnê de, bi rastî xwediyê wateyek lihevhatî ye. Ji ber ku têkoşîna azadiya gel û mayîndebûna ziman hevrast diçe. Lewre zimanê Kurdî nasnameyek e ku têkoşîna hebûna gelê xwe nîşan dide. Ji ber vê hindê Kurdî zimanê berxwadanê ye ku sed salane ji bo peywira dîrokiya xwe ya hezaran salan bidomîne, li ber xwe daye û dide. Her peyvek bi Kurdî di vê rewşa awerte ya domdar de sembola hebûnê ye. Her peyv, di rastiyê de bi çi wate be jî sembola azadiyê ye. Ger ziman qedexe be, her peyv dibe nefesek vejînî; yek peyv tenê jî li ser qaxiz dibe wêje, di dev de dibe huner, di mêjî de dibe hişmendî. Ev taybetmendiyên ziman, ji bo her awayên çareserkirinê giringiyek taybet jî bi xwe re tîne.

Qebûlkirina zimanê Kurdî, di serî de dilê her Kurdekî dê rehet bike û ev tişt tenê bi serê xwe hest û ramanên aştiyane di nav Kurdan de dê şiyar bike. Ev nêzîkatiya desthilatdar, ji aliyê Kurdan ve helwestek erênî dê xuya bike.Loma xweş hatiye fêmkirin ku ji sed salî vir de tunehesibandina Kurdî rêya şerê qirqirinê li dijî Kurdan vekiriye. Qedexekirina Kurdî, axiftvanê her endamên Kurdî xist û dixe nav xetereya qirqirinê de. Ango ev qedexekirin, bi wateya din fermana tunekirina tev Kurdan bû. Ji ber ku tunehesibandina zimanekî, di rastiyê de tê wateya ji kok ve qirqirina gelan e. Loma pejirandina Kurdî, wekî zimanek gel, dê rêya çûyina aşitiyê veke.

هه‌واڵی زیاتر