سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Dîwarên seqakirî

Şerefxan Cizîrî

Ev bi salane ku tevgera netewî, rêxistinên milî û demokrat di nava xwe de dîwar ava kirine ku mirov nizane bê ka çi navan li vê rastiyê bike. Ji bona ku em karibin navekî rast li vê qonaxê bikin hinek têgehên nû ji me re lazim in. Analîz û ramanên nû ji me re lazim in. Bi van analiz û ramanan divê em çarçova xwe ya milî zelal bikin. Divê mirov ji xwe bipirse; kerestên wan dîwarên seqakirî ji çi ne, çima hatine avakirin, armanca wan diwaran çi ye û xizmetê ji kê re dikin? Avakirina wan diwaran ji hêla teori û pratik de baş ne diyar e. Çima hatine avakirine kes baş nizane. Yên ku diwar di nava xwe de avakirine hicetên teramera didin pêş. Dîtinên wan ne tebût in.

Dibêjin; em milî ne lê pewistiyên milîbûnê bicih nayînin. Dibêjin; em demokrat in lê pêwistiyên demokratbûnê bicîh nayinin. Dibêjin; em di doza milî de hevbeş in lê weke mirovên bexil tevdigerin. Dibêjin; doza welat pîroz e lê bipirsên biçûk wextê xwe derbas dikin. Dane dûv erbanê û selawatan didin! Ango hişmendiya wan ya milî ne zelal e û qûrmiçî maye. Ji bona ku diwarê xwe biparêzin ji heft bîran ava dikişînin, lê dewla wan jî kul bûyê. Şeritên ku pê avê dikişinin rizyayî ne û ava di bîra wana de jî miçîqiye.

Ma ev ne rewşeke patalojik e?

Kurdperwer jî ketine dorê û li benda wan in ku avê ji me re bînin!

Wey Maşalah ji me re! Berikelah ji tevgera Kurdan re…

Beriya her tiştî ev diwar ne bi hest û ramanên milî hatine avakirin. Ev diwar ne di navbêna dagirkeran û Kurdan de hatiyê avakirin, diwar, di nava Kurdan xwe bi xwe de ava bûye. Bingehê wî diwarî di nava gelê me de tuneye. Gel, ji dil û can dixwaze ku ew dîwar ji nava Kurdan rabe. Ji bona wilo gelek caran gelê Kurd tevger û rêxistinan şiyar dike, erken milîbûnê dide pêşberî wan. Lê di pratikê de yên ku ev dîwar ava kirine, gav bi gav ji hest û ramanên hevbeşiyê bidûrketine. Ew bûne hêsirên tevgereke bêarmanc û bêpêşêroj. Tenê ji xwe re hene. Sixleta wan ya sereke; xumambûn, lawazbûn, nekirkêrî û sergejî ye.

Divê Kurdperwer wan tevgeran şiyar bikin û rêya rast bidin ber wan. Di vê xebatê de kesan ku xwe bêşerm xistinê pêşiya doza netewî divê werin rexnekirin. Ev mirov dibêjin ku, ez tunebim wê tofan rabe, li welatê Kurdan kevir li ser kevir namîne! Quretiyên vingîvala dikin. Gelek caran xwe û Kurdistanê dixînin heman astê û ji nezanan re dîtinên ne tebût pêşkêş dikin. Li deverên xali siyaset û propaganda dikin, ew dibêjin û ew li xwe guhdar dikin û li bin siya dara bihê jî bêpîvan pesnê xwe didin!

Dîwarê seqakirî ku em qala wîna dikin bêhişmendî hatiye avakirin, bê plan û program hatiye pêşiya me û divê were hilweşandin. Ev diwar bêhişmendî xizmetê ji dagirkerên Kurdistanê re dike. Nahele hest û ramanên netewayetiyê di nava Kurdan pêş de biçin, kur bibin. Rê li pêşiya tevgera siyasî – milî û xelkê Kurd digire ku hevdû himbêz bikin, bihevdû şa bibin, li hevdû bibanin û li doza netewî bi hev re xwedi derbikevin.

Ez ji dil dibêjim; ev dîwarê bênamus divê ji aliyê Kurdperweran ve bilez were hilweşandin.

Tevger û rêxistinên Kurdan yên ku xwe weke netewî pênasin dikin, divê bi hevdû re wî diwarê ji nava xwe rakin. Hewcedariya Kurdan bi vî diwarî tuneye. Dîwar, Kurdan ji erdhej û firtonan nikare biparêz e. Ev diwar bikêrî tu rêxistin û tevgerên Kurdan naye. Ew diwar hêzên milî ji hevdû dûr dixine, ew dîwar cemidandinê dixê nava civaka Kurdan, ew diwar hêza Kurdan qels dihele. Ew diwar dikeve pêşiya siyaseteke afirîner, ew diwar bêbahweriyê di nava gelê Kurd de belav dike. Ango ev diwar bikêrî şêlileh naye û doza Kurdan lawaz dike.

Ji ber van sedeman divê ev diwarê bênamûs were hilweşandin!

Ji bona ku em vî diwarî bi hevdû re hilweşînin divê em nirxên hevbeş derxînin pêş. Divê em berjewendiyên welat û gel baş pênasin bikin û xwe li dora wan berjewendiyên hevbeş komî ser hev bikin. Gav bi gav tevgera Kurdî divê hest û ramanên xwe zelal bike. Kurd divê rexistinên xwe li gora vê bingehî ava bikin. Xwe di her warî de tekûz bikin, ekonomî, perwerde, ziman, hûqûq, diplomasî, bajarvanî, kultur, rêxistinî, temsilîyet, medya, sivil, belê, di her warî de hevbeşiyê derxine pêş. Bahweriya gel bidest bixe bike û yêkrêziya Kurdan bide pêşiya xwe.

Ango bi gotineke din divê Kurd bibin netew ji bona xwe.

Yên ku ji bona vê armanca hevbeş ji dil û can ne amade bin, bila biçin mala xwe û pariyên nan biçinin nava şorba xwe. Bila ji xwe re li kurtêlan bigerin û di nava civata ciwamêran de quretiyan bikin. Bila ji malbata xwe re pesnê xwe bidin û di nava cîranan de qala serpêhatî û derbasbûna xwe bikin. Bila ji dagirkeran re bibêjin; ji Kurdan tiştek dernakeve, Kurd bikêrnayên, pêşeroja Kurdan reş û tariyê, doza Kurdan vala ye û hwd…

Wê gavê em ê jî hevdu baş nas bikin, wê ewrên reş ji hev dû belav bibin, wê rojê li welatê me wê Roj bixêr careke din hilê,ronahiya vê Rojê wê ji ya hemû caran betir geş be û em ê vêcarê baş bibînin ku dew birayê mast e û ji dew jî tucaran dims çênabe!

هه‌واڵی زیاتر