سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Qêrîn, hawar û gaziya min

Bûbe Eser

Qêrîn, hawar û gaziya min
Di dema şer û cengan de mirov bêtir gazî û hawara xwe dighêjîne Ciwanan. Ciwan erkên xwe pêk tînin û ji bona parastina welatê xwe, dikevin nava şer û pevçûnan.

Şer û pevçûnên wan ji bona azadî û demokrasiya welatê wan e. Ji ber ku ciwan xwîna wan germ, sere wan zelal û wêrekiya wan tam e ku mirov jî gaziyê ji wan re dibe.

Di dema xweşî û şahiyan de mirov gazî û hawara xwe dighêjîne stranbêj, ozan û hozanan. Her ew jî bi gaziya mirovan tên da ku mirovên xwe, însanên xwe û xelkê xwe kêfxweş bikin û dikin.

Lê dengbêjên kurdan ne tenê dengbêjin, li ba wan û bi wan re dîrokek nenivîskî heye ku dema mirov wan guhdarî dike, perçek ji dîroka xwe jî fêr bide.

Lê dema nivîskar nikaribe pirtûkên xwe çap bike, vê carê jî divê mirov gazî û hawara xwe bighêjîne dewlemendan. Bi hêviya ku dewlemendên kurdan jî weke yên xelkê bikaribin erkê xwe bînin cih.

Di nava dewlemendan de gelek caran mirovên baş, delal hene ku dixwazin welatê wan azad bibe, çanda gelê wî bi pêşve here. Di vî warî de ji hinan re dibin alîkar. Ji ber ku di vê cihanê de hin nivîskar bi saya alîkarî û hin dewlemendên xwe navdar bûn û îro em bi kêfxweşî berhemên wan dixwînin.

Hêvîdarim ku her dewlemendekî/e kurd jî bikaribe kêfa nivîskarên xwe bînin da ku ew binivîsînin û çanda gelê xwe, zimanê xelkê xwe bi rêya nivîsandinê biparêzin û pêşve bibin.

Di îro roj de gelê me di pêvajoyeke xerab de derbas dibe, ziman li ber têkçûnê ye û rewşa nivîskar û weşanxanên kurdî jî ne baş e.

Ji ber ku rewşa weşanxaneyên pirtûkên kurdî li Bakurê Kurdistanê diweşînin xerab e. Xerab e ji ber ku berhemên kurdî nayên firotin. Dema neyên firotin jî ew mesref ji kîsê weşanxanê diçe ku ew jî heta derekê dikarin li berxwe bidin.

Niha min ev jî bona çi nivîsî?

Weke hûn jî agahdarin ku heta romana min ya bi navê Barzan Digirî hate çapkirin min porê xwe li ser wê sipî kir. Were bi salan li ser berhemekê kar bike wê ji bona çapê amade bike û kesên ku bikaribin wê biweşînin peyde nebe, ev dibe malwêranî.

Dibe malwêranî ji ber ku dema bi kurdî neyê nivîsîn, pirtûkên bi kurdî dernekevin û axaftin jî hemî bi tirkî be, wê gavê zimanê kurdî pir rehet dimire.

Hûn bawer bikin heger ne ji dilsozî û alîkariya xwediyê Weşanxaneya Sîtavê ba, romana min Barzan Digirî wê nehatiba weşandin û xebata min ya bi salan wê biketa binê bîreke bê binî. Niha bi alîkariya weşanxanê, bi alîkariya we xwendevanên hêja û bi alîkariya heval û dilsozên min, wê xebatên min yên li ser enfalê ku min ji sala 2007an de destpêkiriye yek bi yek bêne weşandin û bighêjin we.

Ez zêde dirêj nekim û ya dilê xwe bêjim: Bêjim ku berhemeke min din li ser enfalê ku ji bona çapê amade ye, lê pere tune ye ku bê çapkirin û ez naxwazim zêde barê Weşanxana Sîtavê giran bikim û wan bixim bin qerzan.

Ev berhem ji hevpeyvînên min li gel malbatên kesên wan hatibûn enfalkirin pêk tê. Pirtûk li der dora 150 rûpelan e û divê berhemê de jî bi qasî sed wêneyên Enfalê bi reng hene. Yanî mirov dikare bêje ev wê bibe weke albûmeke enfalê.

Hin wêne ji yên min û kesên min bi wan re hevpeyvîn çêkirî ye ku min li gel wan kişandibûn û yên din jî wêneyên kesên li dû enfalê mane û hin jî yên enfalê bi xwe ne.

Ev berhema ez behsa wê dikim li gel wêneyan nêzî sêsed rûpelan e. Mesrefa wê nêzî pênchezar dolar e. Ne ez dikarim vê bidim û ne jî rewşa Weşanxaneye Sîtavê dest dide ku vê bide. Heger bide jî divê qerz bike.

Loma jî ez gazî û hawara xwe dighêjînim hin dewlemendên me da ku bi alîkariya min û ya weşanxanê ve rabin. Mesrefên wê berhema delal ku tiştê têde hatine nivîsên mirov nikare li tu dereke din bibîne, bide da hinek ked û alîkariya wan jî bikeve nava vê…

Kî/ê vî mesrefa vê bide ser xwe ez jî navê wan, alîkarî û dilsoziyan wan di pêşgotinê de bêjim da ku ew jî bi vê berhemê re her zîndî bin.Yên bixwazin alîkarî bikin dibe ku ne yek jî be, çend kes di nav hevde jî dikarin vê mesrefê bidin û ez ê navê hemiyan binivîsînim.

Êş û derdê min ew e ku ev berhema ji gotinên kesên wan hatine enfalkirinê pêk tê, bê weşandin û bi xwendina vê kurd û cîhan dê ji nû de fêr bibin û bizanibin ku enfal çawa û ji bona çi pêk hatiye.

Ji bona dewlemendekî kurd an çend kesan ev ne pereyekî zêde ye, lê ji bona ev berhem derkeve pêwîstiya me gelekî pê heye.

Ev berhem ji bona çapê amade ye, pere çawa bigihêje weşanxanê ev wê bê çapkirin û belavkirin ku herkes dê kareseta Enfalê ji devê malbatên wan fêr bibin.

Hêvîdarim ku dewlemendekî/e dilê wî/ê ji bona welatê wî lê dide bi alîkariya me ve rabe û Qêrîna Barzan di Newrozê de bighêje destê xwendevanan. Ji niha de spas bo ew kesên bi alîkariya me ve rabin.

Em berê dîroka xwe ji dengbêjên xwe fêr dibûn, niha jî bi nivîsên nivîskarên xwe em ê dîroka xwe û karesatên hatine serê gelê me, fêr bibin û dibin.

هه‌واڵی زیاتر