سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Pîzafiroşê Dêrsimî li Kanadayê navdar bûye

Xwediyê Dino’s Wood Fire Pîzza ji Rûdawê re diyar ku markaya wê ji aliyê rojnameya Toronto Starê ve weke markaya herî baş a pîzayê hatibû destnîşan kirin û got: “Gelek mişteriyên min ên navdar hene. Sserokomarê berê Stephan Harper û serokwezîrê niha Justin Trudeau ji wan kesayetan e. Haper di heyama serokwezîriya xwe ez wek karsazekî serkeftî bi nav kiribû.”

Arî da zanîn ku dema Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ji bo koçberan dest bi avakirina xaniyan kir, wî jî pîza pêşkêşî koçberan kiriye.

Karsazê dêrsimî anî ziman supermarkata herî mezin a Kanadayê Loblaws’ın President’s Choice Italian Farina Flour di dîroka xwe de yekem car wêneyê kesekî li ser markaya xwe bikar aniye û ew jî wêneyê wî bûye.

Parlamentoya Kanadayê xelata herî baş a 2016-2017ê dabû Dino’s Pîzza. Herwiha Yekîneya Serfkaran a Kanadayê jî xelata plantînum û zêr dabû Dino’s Pizzayê.

Ji Madonna karta pîrozkirinê

Bi gotina Zeynel Arî di nav mişteriyên wî de stêrkên Hollywoodê, Serokwezîrê Kanadayê û çend endamên parlamentoya wî welatî jî hene.

Arî da xuyandin ku stranbêja navdar a cîhanî Madonna jî ji ber pizaya wî ecibandiye karteke pîrozbahiyê jê re şandiye.

Xwediyê Dino’s Wood Fire dixwazi bajarê xwe Dêrsimê li cîhanê bide nasîn.