سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Kurdistan û Îranê li ser zêdekirina bazirganiyê li hev kirin

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdullah encama serdana şanda Herêma Kurdistanê bo parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê eşkere dike û dibêje ku di serdanê de li ser çend mijaran gotûbêj kirine ku yek ji wan aktîvkirina hatûçûna bazirganiya ji deriyê Hacî Omeran e.

Li ser encama serdana şanda parêzgeha Hewlêrê bo parêzgeha Urmiyê, Tahir Ebdullah ji Peyamnêrê re ragihand ku “di serdanê de behsa aktîvkirina peywendî û çalakkirina hatûçûna bazirganiya li deriyê Hacî Omeran hatiye kirin, herwiha biryar hatiye dayîn ku bi hevahengiya berdewam, her du mehan carekê civînek di navbera cîgirên parêzgehan de were encamdan”.

Tahir Ebdullah amaje bi wê yekê kir ku di serdanê de li ser hatûçûna geştiyaran jî axivîne.

Ebdullah eşkere kir ku di civînê de biryar hatiye dayîn ku li ser daxwaza aliyê Îranê, li pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê pêşangeheke kelûpelên îranî were sazkirin.

Rayedarên Îranê biryar dane ku karta pîlewerî li cihê kolberî li sînorê Hacî Omeran were bikaranîn.

Roja sêşemê (6-3-2018) şandeke parêzgeha Hewlêrê bi serokatiya Parêzgar Newzad Hadî serdana Urmiyê kir û ligel parêzgar û rayedarên wî bajarî civiyan.