سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Êdî Bese

Piştî terorkirina Xazî Salih Alîxan ê rêveberê asayîşa deriyê sînorî yê Ser Zêrê li êvara roja pêncşemî 8/10/2020an ji bal çekdarên PKK ê ve êdî dem hatiye sînorek ji bo van serkêşî û bê rûmetîya PKK ê û alîgirên wê li başûrê welat were dayîn û çi dî wilatiyên Başûrê Kurdistanê di bin gefa tirs û terora PKKê de jiyan nekin.

Her ku diçe pêtir rûyê rast ê PKKê diyar dibe, diyar dibe ku armanc û stratejîya PKKê li başûrê welat çiye û dixwaze li başûr çi bike, PKKe niha li her çar parçeyên Kurdistanê bi tenê li dijî kurdan tev digere, ew wisa difikire ku bi armanckirina kesên wilatparêz û gef xwarin li saziyên ewlehî yên Başûrê Kurdistanê wê bikare şkestinên xwe yên yek li pey yek veşêre.

PKKe niha weke kesek mest û kure tev digere, niha bi tenê kar bi vê gotna kurdî dike dema dibêje “her kesê dibînim, tê diwerînim” lê bi vê cudahiyê ku PKK e dibêje “her kurdekê bibînim wê têwerînim”, bi ti rengan PKK e bas li têwerîna rayedar û ‘eskerên Tirkiyê û Îran û Îraq û Sûriyê nake, ew bi tenê bas li teror kirina rayedar û gelê başûrê kurdistanê dike.

Karên terorîstî yên PKKê li başûrê kurdistanê tiştek nû nîne, belku pêş niha jî çendîn caran ev kare encam dane, lê ji ber ku Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ti helwestek cidî li dijî wan wernegirtiye PKKê dest ji van karên terorîstî ne hilgirtiye, pêwîst bû li dema terorkirina wilatparêzek weke Kanî Yilmaz ku PKKê li Silêmaniyê teror kirî sînorek ji bo van karên qirêj hatiba danîn.

PKK e weke her car dema kurdekê dike armanc wî bi îxanet û sîxoriyê tawanbar dike daku rewatiyê bide karê xwe yê terorîstî, lê pêş wext her tiştî hazir dike, daxuyaniyên nivîskî yên dubare, sûçên bê binema û derewên berdewam amadene daku digel her karek terorîstî wan di nava sosyal medyayê û çapemeniya xwe de belav bike û rûyên xwe yên qirêj pê veşêre.

Mirov heyrî dimîne ku PKK e dest ji van karan bernade û weke wilatparêzî mêze dike, ger PKK e dixwaze kurdayetîyê bike, ger dixwaze kurdan serdest bike û serxwebûna wan bîne cî, ger PKKe ji bo kurdan tev digere bila rayedarên dewletên dagîrkar bike armanc ne ku kurdek hejar bike armanc.

Bi teror kirina Xazî Salih Alîxan çendîn pirs dirust dibin ku pêwîste her kurdek wilatparêz li berisva wan bigere, ew pirs jî evin, gelo çima PKK e rayedarên Tirk nake armanc?! Çima PKKe Erdogan nake armanc? Ma qey li dema Erdogan li Amed û Wan û… Bajarên din ên Kurdistana Bakur ji bo gelê kurd di dema helbijartinan de daxuyaniya dide nikare bike armanc? Gelo çima nîşan şikênên PKKê dikarin berpirsekî kurd ji dûr ve bi nîşan şikênê armanc bike, lê nikare berpirsekî îstixbaratî yê Tirk armanc bike? Qey bi tenê lûlya tivengên PKKê kurdan nas dike?!

Li dawyê em weke Kurdên Bakurê wilat ku me zulma PKK ê dîtîye yek tişt dibîjîn, ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze welatiyên başûr bi giştî û kesên di nava saziyên ewlehiya Herêmê de dişuxlin li destê PKK ê biparêze û gelê başûr weke me nebe sotemeniya şaşitî û zulma PKK ê, pêwîste helwestek tund li dijî PKKê wergire, pêwîste sînorekê ji bo alîgirên PKKê ku niha di sosyal medyayê de mijûlî servîskirina axaftinên ne şirîn û bê buha kirina pîrozî yên netewa Kurdin bidane, pêwîste her tişt weke wan were bersivandin û ji wan re bibêjin “Êdî Bese” û li ciyê xwe bisekine, jiberku PKKe bi tenê yek ziman fêm dike, ew ziman jî eve ku weke wê serederî digel da were kirin.

Hûn dikarin jî bixwazin