سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Taktîka “DAIS û Qa’îde” terzê nû yê xebata PKK ê ye

Partîya Karkerên Kurdistanê ji paş bûyera “Zînî Wertê” takîtka şer û awayê karkirina xwe guherand, wê terzê rêxistinên terorîstî yên DAIŞ ê û Qa’îde kirîye esasê karên xwe yên niha, lê belê ne li dijî dujminên gelê kurd belku li dijî birayên xwe.

Çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê ji 8 Oktobera sala 2020an, 3 kiryar kirine ku mirov ji kîjan quncikê ve li van kiryara binêre, wê her li ser kategoriya terorê bihên hesab kirin, ji berku taktîk û awayê ev çalakî pê hatine encam dayîn, tenê terorîstên vê serdemê bikartînin.

  • PKK ê li 8 Oktobera sala 2020an, Xazî Salh Alîxan yê rêveberê asayîşa xala sînor ya Serzêrê li nava mala wî û li pêş çavên zaroyên wî qetil kir, çekdarên PKK ê bi fermana Murad Karaylan ev karê qirêj encam da, Xazî bi çekê nîşan şikên hat hedef kirin.
  • Piştre û berîya çend rojekan bi taybet li 28 meha Oktoberê, çekdarên PKK ê boriya veguhistina petrola Başûrê Kurdistanê teqandin, ev borî bi rêya bombeyekê hat hedef kirin û bû sedem ku şandina petrolê were rawestandin.
  • Îro roja çarşemî jî 4/11/2020an, çekdarên PKK ê bombeke çandinî li ser rêya hêzên pêşmerge li sînorê parêzgeha Duhokê teqandin û ev yêk bû sedema brîndar ketina 3 pêşmergeyan.

Ev 3 çalakiyên PKK ê pêwîstî bi tu şîrove û lekolînan nîne ku mirov bizanibe bi çi taktîkê hatine encam dayîn, çalakiya ku Xazî Alîxan têde hatîye şehîd kirin, PKK ê bi taktîka lêxe û birve bi çekê nîşan şikên pêkanî, herwiha çalakiya teqandina boriya petrola kurdistanê bi rêya mayîn û bombên bi dest çê kirî bû, herwiha çalakiya îro ya li dijî pêşmergeyan krî, her bi teqandina bombên li ser rêya bû.

Ya rast PKK ê ev hersê bûyer weke taktîk û fikir bi terzê rêxistinên terorîstî yên mîna DAIŞê û Qa’îde pêkanîne, ev jî bi wê watayê tê ku rêxistina PKK ê semta xulên perwerdekirina şervanên xwe guherandiye û êdî wan li ser kiryarên terorîstî û taktîkên terorîstan perwerde dike.

Li rojên derbas bûyî PKK ê û şeydayên wan yên Başûrê Kurdistanê bi taybet li parêzgehîya Silêmaniyê, ketine nava hewlên mezn de û cengeke medyayî li dijî hikûmeta başûrê wilat dest pê kirine, PKK e dixwaze cewekê wiha çêbike ku ev Hikûmeta Başûre sedema vê rewşê, lê belê ev 3 kiryarên wê yên terorîstî mînakên herî zelaln ji bo xwasteka wan ji bo gelê başûr.

PKK e bi dehan nûçe servîs kirine û têda piropaginda ya wê yekê dike ku ev PDK ye dixwaze şer bike, ev yek di daxuyaniyên rêvebera PKK ê a bi navê Besê Hozat a ku ji bilî qirêj û gemarê tu peyveka din ji devê wê dernayê bi zelalî xweya ye, Besê Hozat di dawî daxuyaniya xwe da got pêşmerge ne birayên mene, ev jî ne îşarete, belku gotneke pir zelale ku ger şer dest pê bke, wê çaxê şer yê birakujiyê nabe.

Hûn dikarin jî bixwazin