سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Serok Barzanî: Demokrasiya Iraqê hem ji navxwe û hem jî ji derve ve di bin metirsiyê de ye

Serok Mesûd Barzanî ragihand, demokrasî li Iraqê hem ji aliyên navxwe û hem jî ji aliyên derve ve, di bin metirsiyê de ye. Herwiha got jî: “Serokwezîrê niha rûbirûyî kêşeyên dijwar dibe.”

Serok Barzanî di hevpeyvîneke taybet ligel radyoya “Monte Carlo” ya Fransî de ragihand, demokrasî li Iraqê hem ji aliyên navxwe û hem jî ji aliyên derve ve, di bin metirsiyê de ye. Herwiha amaje bi wê jî kir ku ew ji ber vê metirsiyê nîgeran in.

Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo cîbicîkirina xalên rêkeftina siyasî ya ku Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê li ser hatiye avakirin, rastî gelek astengiyan hatiye. Serok Barzanî çend aliyên navxwe û derve bi wê yekê tohmetbar kirin ku astengiyan li pêşiya karê hikûmeta federalî çêdikin.

Serok Barzanî derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de, tekezî li ser wê yekê kir ku hewlên wan ji bo jinavbirina nakokiyan û avakirina yekrêziyê berdewam in.

Derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ji piştî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de, Serok Barzanî ew tohmetên Îranê red kirin ku Herêma Kurdistanê penageha neyarên Tehranê ye. Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên wê bi Îranê re baş be û ew rê nadin ku Herêm ti carî bibe gefek li ser ewlehiya Îranê.

Serok Barzanî da zanîn jî, “ji sala 2021ê ve Hewlêr 143 caran ji aliyê Îran û milîsên ser bi Îranê ve rastî êrîşên bi dron û mûşekan hatiye.Her dem jî van tawanan vedigerînin wê bihaneyê ku baregehên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê hene. Ez piştrast in ku eger baregeheke Îsraîlê li Herêma Kurdistanê hebûya, Îranê dê cegerdar nebûye ku wê bike armanc.”

Herwiha bal kişande ser wê yekê ku hin alî li tehranê nikarin bersiva (welatên) bihêz bidin û ji bo ku têkçûna xwe di navxweya welat de veşêrin, li Hewlêrê didin.

Serok Barzanî derbarê guftûgo û danûstandinên di navbera Bexda û Washingtonê de got, tirsa dubarebûna senaryoya sala 2011an heye, ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê, yek ji sê parên axa Iraqê ji aliyê DAIŞê ve hat dagîrkirin. Piştre bi alîkarî û piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, DAIŞ hate şikandin.

Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, “10 sal di ser rêkeftina Iraq û Amerîkayê re derbas dibin, dibe ku hin xalên vê rêkftinê pêwîstiya wan bi lêvegerê hebin, lê ev yek ji erkê hikûmeta federal û saziyên pêwendîdar e, lê ne erkê grûpên çekdaran e. Ev pirseke çarenivîsaz û ya hemû Iraqiyan e û nabe ti aliyek bi tena xwe biryarê li ser wê bide.”

Derbarê biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federal a Iraqê de, Serok Barzanî got, piraniya biryarên Dadgeha Federal li dijî Herêma Kurdistanê ne û bi binpêkirina desthilatên destûrî tawanbar kir ku di sedema “desthilata veguhêz” de hatiye damezirandin û niha bi rola desthila dadwerî, yasayî û cibicîkar radibe û bi vê yekê jî Dadgeha Dederal sînorê desthilatdariya xwe derbas kiriye û biryarên wê ne dadperwerane ne.

Derbarê sîstema federalîzmê li Iraqê de, Serok Barzanî got: “Parlamentoya Kurdistanê di sala 2003an de, sîstema federalîzmê hilbijart. Di sala 2005an de jî, me kar ji bo avakirina Iraqeke demokrat, pirreng û federal kir. Piştre diyar bû ku hin aliyên Iraqê baweriya xwe bi federalîzmê nayinin. Pabendbûna bi destûrê, gerentiya yekgirtûbûna Iraqê dide û destûr jî hat binpêkirin. Eger pabendbûn bi sîstema federalîzmê hebûya, em nedigihîştin referandûmê. Ji ber wê dibêjêm, demokratî li Iraqê di bin metirsiyê de ye.”

Serok Barzanî derbarê pêşeroja Iraqê de got: “Dema pabendbûn bi xalên ku li ser wan rêkeftin hatiye kirin hebe, demokratîk cibicî bibe û her sê perensîpên (hevparî, lihevkirin û hevsengî) li ber çavan bê girtin, wê demê Iraq dê ji van krîzên ku hene, bê parastin. Lê ketina desthilatê di destê yek alî de, dê Iraqê ber bi karesatê ve bibe.”

Hûn dikarin jî bixwazin