سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Serok Barzanî: Divê her kes bizane Pêşmerge Kurdistan ji DAIŞê parast

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de DAIŞ wek dijminê hemû mirovahoyê binav kir û got, “Bi tenê aliyek nikare têk bibe.” Serok Barzanî herwiha tkez jî kir, “Ti kes û alî nikarin wê heqîqetê veşêrin ku efsaneya DAIŞê li ser destê zarokên qehreman ên gelê Kurdistanê têk çû.”

Di heyama derbasbûyî de li Îranê fîlmek derbarê rola Qasim Sulêymanî, Fermandarê Berê yê Supaya Quds a Supaya Pasdaran belav bû ku bû sedema rexneyên tund ên Herêma Kurdistanê.

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de li ser vê mijarê ragihand, “Me spasiya hemû wan aliyan kir ku bi corek beşdarî di şerê dijî DAIŞê de bûne û alîkariya Pêşmerge kirine. Lê li gel wê jî, pêwîst e hemû alî wê bizanin ku ew a li ser erdê diyar bû bi xwîn û qurbanîdana xwe, Kurdistan ji êrişa DAIŞê parast, Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bû.”

Peyama Serok Barzanî bi vî awayî ye;

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Heyamek e li hinek navendên ragihand û siyasî behsa şerê DAIŞê tê kirin. Li vir rastiyek heye nabe çav lê bê girtin, DAIŞ diyardeyek e ku dijminê hemû mirovahî ye û şerê li gel DAIŞê şerekî hêsan nîne, ji ber ku bereyekî berfireh û piralî ye û aliyek nikare bi tenê DAIŞê têk bibe. Binbirrkirina DAIŞê, hemahengî, karê hevbeş ê hemû aliyan û civaka navdewletî pêwîst e.

Dema xwe di şerê dijî DAIŞê de me spasiya hevpeymanan û Amerîkiyan kir ku alîkariya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kirine. Me spasiya hemû wan aliyan jî kirine ku bi corek beşdar bûne di şerê DAIŞê de û alîkariya Pêşmerge kirine. Lêbelê li vê yekê jî, pêwîst e hemû alî wê bizanin ku ew a li ser erdê diyar bû, bi xwîn û qurbanîdana xwe, Kurdistan ji êrişa DAIŞê parast, Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bû. Ti kes û alî nikare wê heqîqetê veşêre ku efsaneya DAIŞê li ser destê zarokên qehreman ên gelê Kurdistanê têk çû.”

Hûn dikarin jî bixwazin