سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

PKK dbêje:“ Pêşmergeyên Demokrat bê şerefin”

Nerîn: karo hawraman

Xebatên Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo têkdan û şûlî kirina pirsa netewî û bizava rizgarîxwazane a Rojhilatê Kurdistanê arasteyeke xeter bi xwe ve digre û di dawî helwestên vê partiyê de li himber rewşa Rojhilatê Kurdistanê, hemû şorişgêrên vê parçeya Kurdistanê û pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bi “bê şeref” nav dikin û hevdem digel danpêdan kirin bi hebûna pêwendiyan digel rejêma Îranê û hebûna nexweşxaneyên taybet bi PKK ê li bajarê Ormîyê, van pêwendîyan digel Îranê bi karek lojîkî dizanin û dixwazin bi bêjin ew rexneyên li pêwendiyên dinavbera PKK ê û dujminên Kurdistanê de tên girtin hemû ne lojîkî ne.

Her wek pêş niha hatiye parve kirin, rêxistina jîngeh parêzî “JÎWAY” a bajarê “Pawe” li Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye roja yekşemî 28/6/2020an, sê çalakvanên jîngeh parêziyê yên endamên vê rêxistnê, bi navên “Muxtar Xendanî, Bîlal Emînî û Yasîn Kerîmî” ji encama kontrol kirina wan agirên ku rejîma Îranê li daristanên rojhilatê Kurdistanê berday, di demekî de ku ev kesane mijûlî vemirandin a agirî bûn û canê xwe qurbanî Kurdistanê krî. Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku du kes ji wan şehîdên jîngeh parêziyê (Muxtar Xendanî şêniyê Newsûd û Yasîn Kerîmî şêniyê bajarokê Şimşêr li Hewraman) endamên rêxistinên nihênî yên wê partiyê bûn û çendîn belge jî li ser vê mijarê parve kirin. Partiya demokrat hevdem supayê Pasdaran bi kuştina wan sê çalakvanên jînge parêziyê sûçbar dike.

PKK e:"şorişgêrên kurdan bê şerefin"PKK e: “Muxtar Xendanî Hewramîyek bi şerf bû jiber vê yekê tu caran nebû endam di Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran de”

Roja duşemî 30/6/2020an, PKK ê di ropela xwe ya fermî de “ANF” wêneye kî “Muxtar Xendanî” parve kir û risteyek li bin wêne nivîsand ku wêneyek temam ji fikra pilangêriya PKK ê li himber Rojhilatê Kurdistanê di wê ristê de nîşan dide. PKK ê li bin wêneyê Muxtar Xendanî nivîsandiye: “Muxtar Xendanî Hewramîyek bi şerf bû jiber vê yekê tu caran nebû endam di Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran de. Herçend piştî çend demjimêran ev wêne li “ANF” hat jê birin, lê belê ev wêne bi awayek berifreh di sosyal medyayê de hat parvekirin.

PKK e:"şorişgêrên kurdan bê şerefin"

Ger bi kurtî şîroveyekî ji bo vî wêne û wê riste ya PKK ê li bin wêne nivîsandî bikîn wê bi zelalî bibînîn ku dijatî kirina xebata rizgarîxwazane ya Rojhilatê Kurdistanê ji bal PKK ê ve arasteyeke xeter bi xwe ve dîtiye, her ji ber vê yekê ye jî ku dibînîn vê helwesta PKK ê pêleke mezin a nerazîbûna rewşenbîr û kesên netewî li rojhlata Kurdistanê li pey xwe anîn. Di “ANF” de PKK ê wêneyek ji Muxtar Xendanî danaye ku şalek “Çefiyek” li ser milên wî ye ku li Rojhilatê Kurdistanê bi nîşaneya xebata Rojava Kurdistanê li ser milên xwe danaye. Bi taybetî piştî êrîşa terorîstên DAIŞ’ê ji bo ser kobanê li Rojava Kurdistanê, bi sedan xortên rojhilata Kurdistanê bê ku biçûktirîn bawerî jî bi hizir û bîrên PKK ê hebin ji bo parastina wî bajarê Kurdistanê dest avêt çek û ciyê daxê ye hejmarek ji wan di rêka berevanî kirin ji Kurdistanê de canê xwe kir qurbanî û şehîd ketin. Ya rast tiştê ku nehişt Kobanê bikeve hêza Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê û xebatkarên parçeyên din ên Kurdistanê û piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî bû ger na PKK ê çi qas berevanî ji ‘Efrînê, Serêkaniyê, Casûsan û çiyayê Şekîf Xwakurk û… Kir her ew qas jî da berevaniyê li Kobanê kit û parêzît. Li wê demê heya niha ew şala ku şervanan li rojava Kurdistanê li ser milên xwe di dana yanjî li ser serê xwe di dana weke sembola berevaniyê ji Rojava Kurdistanê hatiye nasîn û her kurdek bi her hizrek siyasî û cuda, bi merema piştgirî kirin ji rojava Kurdistanê û xebata Bakurê Kurdistanê ev şale bikaraniye.

Rojhilatê Kurdistanê nîşan daye ku mijara netewî û serxwebûn û rizgariya Kurdistanê ji bo wan esase

Di vê derbarê de belge pirr zêde ne, yek ji wan kesên ku ew bi xwe nîştecî yê navçeya Hewraman e û yeke ji çalakvanên Rojhilata Kurdistanê û hertim rexneyan li PKK ê digire, wêneyek ji xwe û hevjîna xwe parve kiriye ku ev şale li ser milên wî xweya dike û liser vî wêne nivîsandiye: “em endamên partiya demokratîn lê ji bo piştevanî kirina xebata gelê kurd li beşên din ên Kurdistanê ev kare me encam daye ne ji bo erê kirina sîyasetên PKK ê.”

PKK e:"şorişgêrên kurdan bê şerefin"

Rojhilatê Kurdistanê nîşan daye ku mijara netewî û serxwebûn û rizgariya Kurdistanê ji bo wan esase, me baş dît li dema bi rêveçûna referandoma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê bi melyonan xelkê rojhilatê Kurdistanê hatin nava cadeyan de û aheng saz kirin. Di encam de bi sedan kes hatin desteserkirin û ciyê daxê ye hejmarek ji wan li jêr îşkenceyan de şehîd ketin û hejmarek din jî hêjan di zîndanên tarî yên rejêma Îranê dane. Lê belê me dît tu yek ji Partîyên Başûr û alîgrên referandomê ne got ew kesên hatiye ser cadeyan alîgir û endamên me ne û bi hest kirin bi berpirsyartî û pirensîbên karên rêxistinî ve got ew ji bo piştevanî kirina Kurdistanê hatîne û navê referandoma Rojhilat li ser dana.

PKK e dixwaze her kesekî ew şale li ser milên wî be bi endamê xwe bizane

Lê belê PKK ê bi parve kirina vî wêneyê Muxtar Xendanî ku bi yek ji şalên taybet bi xebata Rojava ve ev wêne kişandiye û dema wêne kişandinê jî diyar dike ew dem bû ku rojava li bin êrîşa mezn a terorîstan de, bi vî karî Muxtarî xwastiye piştevaniya xwe ji bo vê parçeya Kurdistanê diyar bike lê PKK e dibêje ew endamê me bû. PKK e dixwaze her kesekî ew şale li ser milên wî be bi endamê xwe bizane û bibêje her kesê ku piştevanî li rojava û kurdên Bakur kiribe alîgrê PKK ê ye, ev bûçûna wan jî bi awayek eşkere xetereyeke mezin ji bo yek rêziya kurdan dirust kiriye, PKK e bi vî awa dixwaze bi gelê kurd re weha bide zanîn ku her kesekî li her parçeyeke Kurdistanê piştevaniya Bakur û Rojava kir û şal li ser milên wî be ew endamekî PKK ê ye. Ev karê PKK ê jî wê bibe sedema derketina valatîyek mezin dinavbera kurdên parçeyên Kurdistanê de ku bi tenê wê dujminên kurdan sûdê ji vî yekê bibînin, ev kar weke jehrek pirr xeter ji bo xebata rizgarîxwazane ya kurdan tê hejmartin.

PKK e, dixwaze kurdan zêdetir parçe bike û “Hewramî”yan weke neteweyeke cuda ji kurdan diyar bike

Di beşeka din ji nivîsîna PKK ê de hatiye: “Hewramîyek bi şeref bû”. Di van sê peyvan de li destpêkê xebatek ku ev çendîn salin kar bo tê kirin eşkere dike û dixwaze kurdan zêdetir parçe bike û “Hewramî”yan weke neteweyeke cuda ji kurdan diyar bike. Xebatek heye ku ev çendîn salin dujmin kar bo dikin lê hêjan serketin ne aniye. Li bîra me ye li Başûrê Kurdistanê jî rêxistinek bi vî navî hat avakirin ku Hewramî bi neteweyeke cuda dizanî û daxwaza fedraliyetê ji bo wan dikir, paşan eşkere bû ku destê Îranê û PKK ê li pişt vê rêxistnê bû, vê rêxistnê serkeftin ne anî jiber vê yekê hat hilweşandin.

PKK e dixwaze li Rojhilatê Kurdistanê dîroka bi xwîn a xebata rizgarîxwazane ya kurdan bi bê şerefî wêne bike

Lê belê bêrêzî kirina PKK ê bi xebata rizgarîxwazane ya kurdan demekî digehe dawî asta xwe ya blind ku dibêje: “bi şeref bû jiber vê yekê qet nebû endamê Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran.” PKK e di demekî de endamên parta demokrat bi “bê şeref” nav dike ku beşekî pirşengdar ji destkeftên kurdan di dîroka serdem da li bin sîbera xebat û tekoşîna vê partiyê hatîne tesbît kirin. Bo mînak komara Kurdistanê li bajarê Mehabad, ala pîroza Kurdistanê, navê pîroz ê pêşmerge û… Beşek ji destkeftên netewî yên vê partiyê ne. Ev ristie ya ji bal PKK ê ve hatiye nivîsandin bi wê wateyê tê ku pêşewayê kurdan û yekem Serok Komarê Kurdistanê “bê şeref” bûye, di dîtna PKK ê de ew bi hezaran şehîdên Rojhilatê Kurdistanê ku weke pêşmergeyên Kurdistanê di nava refên Partiya Demokrat û Komelê de şehîd ketîne “bê şerefin”. Bi kurtî PKK e dixwaze li Rojhilatê Kurdistanê dîroka bi xwîn a xebata rizgarîxwazane ya kurdan bi bê şerefî wêne bike û rewatiyê bi wê kuştin û cînayet û asmîle kirina kurdan bide ku rejîmên dagîrkar li himber kurdan encam dayîne. Bo mînak PKK e dixwaze bibêje bi darve kirina pêşewa Qazî Mihemed tawan nebû belku bi darve kirina kesekî bû ku PKK e wî bi “bê şeref” dizane. Hevdem dixwaze pakaneyê ji bo wan hemû xebatên teror kirinê bike ku komara îslamî ya Îranê li dijî rêber û şorişgêrên Rojhilatê Kurdistanê encam dane.

Lê bi rastî bê şeref kîye?

Beşekî zêde ji çalakvan û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê berisva vê bê rêzî kirina PKK ê daye û nivîsandiye:

Bê şeref ew kese ku sersam û mendehoşê Ataturk e û dibêje ger dewleta Tirk di gel Hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêwendî hebin ev kar îxanete bi Ataturk! Bê şeref ew kese ku dibêje Başûrê Kurdistanê wê bibe Îsraîla duyemîn û pêwîste heya ku bi hêz ne bûy were jinavbirin. Bê şeref ew kese ku daxwaza lêborînê ji dayikên leşkerên kuştî yên Tirka dike û tu êmajeyan bi gerîlayên şehîd û malbatên wan nake. Bê şeref ewin yên ku bûye karkerên şerî ji bo wilatên dujmin û ew dewlet pereyan pê didin û li her ciyekê ew bixwazin şe bi wan didin kirin. Bê şeref ewin ku bi enqest beşeka zêde ji xaka Rojava Kurdistanê daye dest dewleta Tirkiyê û ew delîve ya ji bo wê parçeyê dirust bûy jinav birî. Bê şeref ew kesin ku şerê xwe aniye Başûrê kurdistanî û pêngav bi pêngav beşek ji sitratîjî tirîn navçeyên başûrê welat daye dest rejêma Tirkiyê. Bê şeref ewin ku di çend hefteyên rabûrî de Hewramî li ser nedana bacê gulle baran kirî û niha bas li şerefê dikin. Bê şeref ewin ku zimanê xwe yê daykê nizanin û bi zimanê dujminan di axivin. Bê şeref ew layen e ye ku hemû hêza xwe ji bo dijatî kirina Partîyên Netewî yên Kurdistanê bikar xistî. Bê şeref ew layene ye ku digel hemû dagîrkarên Kurdistanê pêwendiyên mukum hey û hevdem digel hemû partîyên kurdî de şer encam daye. Bê şeref ew layene ku bi bas kirin li Biratiya Gelan dixwaze heya dawyê Kurdistanê li bin çengên dagîrkarana bihêle.. Van rewşenbîran di dirêjahiya nivîsa xwe de nivîsandiye ger biryar be bas li bê şerefiya PKK ê were kirin bi pirtûka 1000 sehîfe jî bi dawî nabe.

PKK e:"şorişgêrên kurdan bê şerefin"

Li Rojhilatê Kurdistanê rekordek dengî a yek ji serkirdeyên PKK ê parve bûye ku bi eşkere bas li pêwendiyên Partiya Karkerên Kurdistanê û ofîsa nûneratiya vê Partiyê li bajarê Tehranê dike

Di rastî de PKK e dixwaze bi bê şeref nav kirina şorişgêrên kurd, xortên kurd ji xebat kirin bo rizgariya netewî xemsar bike, lê belê bê goman karek ku rejîma Îranê bi dirêjahiya zêdetir ji sed salan ne karîye encam bide û her ji şoreşa nemir, Simko yê Şikak, heya niha berdewam xebata rizgarîxwazane ya Rojhilatê Kurdistanê ne sekinî ye, PKK e bi axaftinên kirêt û bê hurmetiyê qet nikare encam bide.

Hevdem li Rojhilatê Kurdistanê rekordek dengî a yek ji serkirdeyên PKK ê parve bûye ku bi eşkere bas li pêwendiyên Partîya Karkerên Kurdistanê û ofîsa nûneratiya vê partiyê li bajarê tehranê dike ku “Zubêr Aydar” berpirsê wê bûye. Vê yekê jî na veşêre ku PKK e li bajarê Ormîyê binkeyek tendirustî hebûye û birîndarên xwe têde tedawî dikirin, û ev kare jî bi karek lojîkî bi nav kiriye.

Ajansa nûçeyan a Peyamner ji naveroka “nerîn” berpris nîne

 

Hûn dikarin jî bixwazin