سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Nêçîrvan Barzanî şewitandina baregeha PDKê li Bexdayê şermezar dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de şewitandina baregeha Liqê 5ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê şermezar kir.

Deqa daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê:

Îro danê sibê grûpeke deryasayî baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Bexdayê şewitand. Di dem êrîşê de ala Kurdistanê, wêne û sembolên Kurdan hatin şewitandin û ala Heşda Şeibî li ser hate bilindkirin.

Em wê êrîşê şermezar dikin û wê bi kiryareke ajawgêrane bi nav dikin. Êrîşa li ser baregeha partiyekê ku hêzeke sereke ya rûxandina dîktator bû li Iraqê, êrîşa ser dîroka xebata hevbeş a kurd û hêzên Iraqî yên şoreşger ji bo nehîştina zordarî û dîktatoriyê ye. Gefek e li ser pêkvejiyana aştiyane, jinavbirina aştiya civakî û siyasî ye û bi binemayên destûr, demokrasî û mafên mirovan re nakok e.

Hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî û hêzên çekdar ên Iraqê, dîrokeke nû ya hevbeş di şerê DAIŞê de tomar kir. Em hêvîdar in ev hevbeşî, hevkariyeke zêdetir di warê siyasî de bi xwe re bîne, ji bo derbaskirina hemû xelkê Iraqê ji vê rewşa nexweş.

Nabe ti daxuyanî û Nakokiyek di çi warî de, wê hevbeşiya nû ya netewe û pêkhateyên Iraqê niha têk bide. Divê hemû alî wê hevxebata bûrî ji hevkariya Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo anîna birêvebirineke baştir ku di xizmeta xelkê Iraqê de be.

Daxwazê ji hemû aliyan dikin, bi aramî serederî ligel vê bûyerê bikin û dezgehên pêwendîdar ên hikûmeta Iraqê dest bi lêkolîn û lêpirsîna yasayî bi awayekî cidî û bilez bikin û têkderan rûbirûyî yasayê bikin.

Hûn dikarin jî bixwazin