سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Hevserokê ‌HDP ê yê Sêrtê li Silêmaniyê tê revandin

Nûnerê partîya demokrat a gelan HDP ê, li Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku yek ji qadroyên wan ev dema 15 rojane li Silêmaniyê hatîye revandin û heya niha tu zanyarîyek li ser rewşa wî nehatîye hîn bûn.

Abid Îke, nûnerê HDP ê li Başûrê Kurdistanê di daxuyand, Alî Kayar Serokê Şaxa Sêrtê ya HDP ê li Bakurê Kurdistanê, ev dema 15 rojane windaye û ji bo hîn bûn ji çarenvîsa wî, me serdana asayîş û saziyên din yên ewlehiyê li Silêmaniyê kirîye, lê belê wan sazîyan bê agahîya xwe ji çarenvîsa vî qadroyê wan diyar kirine.

Ji bal xwe ve polîsên Silêmaniyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, “tu tişt bi destê wan nîne û em bê agehîn ji wê yekê ka çi b serê vî qadroyê HDP ê hatîye”.

Li gor daxuyaniya Abid Îke, pêş niha hinek çekdarên nenaskirî di nava bajarê Silêmaniyê de te’qîba Alî Kayar kirîye, û ew gomanê ji wê yekê dikin li Silêmaniyê alîkariya mîta Tirkiyê hatibe kirin ji bo revandina Alî Kayar, ji ber ku qet ne lojîkî ye di nava wan hemû hêzên ewlehiyê de ev qadroyê wan were revandin û tu kesekî zanyarî li ser wî nebin û ew nedîtbe.

Abid Îke dibêje: “em goman dikîn hinek kesan li Silêmaniyê de alîkariya mîta Tirkiyê kiribe, ji ber ku fermana desteserkirina Alî Kayar li Tirkiyê derçûye, nûnerê HDP ê li başûrê welat daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir lîjneyek lekolînê ji bo diyar kirina çarenvîsa qadroyê wan were pêkanînin”.

Hûn dikarin jî bixwazin