Çavkaniyên devirè eşkere kirin, li roja 15 meha rabûrî, PKKê 3 hemwilatiyên bajarokê “Sîryê” girêdaî navçeya Şêladzê li sînorê parêzgehîya Dihokê revandîne û ji bo serbest berdana wan, daxwaza pereyan ji malbatên wan dike.
Xortên ku bi dest çekdarên PKKê hatine revandin evin:
- Rêgir ‘Elî Xald/ Hoza Rêkanî/ temen 35 sale û akincîyê gundê Bîyarê ye.
- Mihemed Kerîm Xald/Hoza Rêkanî/ temen 20 sale û akincîyê gundê Bîyarê ye.
- Usame ‘Îsa Mihemed/Hoza Rêkanî/ akincîyê gundê Hiryaşkê ye.
DAXWAZA 50 HEZAR DOLARAN JI BO SERBEST BERDANA WAN DIKE
Li gor agahiyan, li destpêka meha 7 ya 2020an, xortê bi navê “Mihemed Kerîm Xald” hatîye azad kirin, lê belê li roja duşemî ya rabûrî 6/7/2020an bavên herdu xortên din ji aliyê PKKê ve tên gazî kirin.
PKKê ji bo serbest berdana her yek ji “Rêgir û Usame”, daxwaza pereyan kirîye, PKKê daxwaza 30 hezar dolarên Amerîkî ji bavê “Usame” kirîne û hemwext 20 hezar dolar ji bavê “Rêgir” kirîne, ji bo ku herdu werin azad kirin.