سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Pêşmerge çeperên xwe tundtir dikin

Di dawî xalên berevaniyê li Herêma Kurdistanê û li mîhewera Giwêr pêşmerge mijûlî pêtêr xwe amade kirinê û pêtir tund kirina çeperên xwe ne. Ew amaje bi wê yekê dikin di evê rewşê de, ku herêma kurdistanê wek piraniya cîhanê mijûlî xwe parêziyê ye ji vîrusa Koronayê, ew amadene bo lêdana her livînekê bi taybet li wan deverên DAIŞ tê de mane.

Bi sedema ser ji nû diyar bûna DAIŞ ê li hinek navçeyan de li mîhwerê Gwir ku weke dawî xalên pêşmergeyan ji bo bergirî kirin ji xaka kurdistanê dihên naskirin, pêşmerge mijûlî mukum kirin û tundtir kirna çeperên xwe ne.

Pêşmerge xweya dikin ku çavên wan li ser her livînekê ye ku kesek yan aliyek li wê navçeyê encam bidet, dawî xala hêzên pêşmergeyên kurdistanê li wê sinûrê gundên ‘Erebanin, ku çendîn caran çekdarên rêxistna terorê ya DAIŞ ê têde hatîne dîtin û niha ev Gund e bûne cihê xwe veşartin û bingehên terorîstên DAIŞ ê.

Hûn dikarin jî bixwazin