سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Wezareta Derve ya Amerîkayê: Bi hev re PKKê têk bibin

Berdevkeke Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva pirsa Rûdawê de derbarê êrişên Tirkiyê û Îranê bo ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê diyar dike ku ew nîgeranin ji kuştina xelkên sivîl û dibêje, ew “daxwaz ji Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin li gel hev kar bikin bo têkbirina PKKê.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, ew li wan nîgeriniyan têdigihijin ku PKKê bo Tirkiyê çê dike, lê dibêje, divê di dema emcandana her kirdiyeke serbazî de li Iraqê serweriya wî welatî biparêze.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje jî, Amerîka amade ye asankarî û piştgiriya Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê bike di têkbirina PKKê de, “ji ber ku baweriya me ew e ku seqamgiriya emnî tenê bi rêya hemahengiyê dibe.”

Derbarê rewşa Şingalê de jî Wezareta Derve ya Amerîkayê radigihîne, ew nesqamgiriya li Şingalê bûye sedem ku bi sedan hezar kesûkarên qurbaniyên cînosayda destê DAIŞê nekarin vegerin cihên xwe.

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de jî diyar kir, bi liberçavgirtina wê rewşa aloz a li “bakurê Iraqê” heye, girîng e Tirkiye û hemû hevbeşên din, di şerê dijî DAIŞê de li gel hev hemahnegî hebe û ji nêzîk ve kar bikin bo ku zêdetirîn guşarê li ser DAIŞê pêk bînin û dilniyayê bidin di selametiya serbaz û rawejkarên hevpeymaniya navdewletî.

Di bersiva Wezareta Derve ya Amerîkayê de bo Rûdawê hatiye diyarkirin, ew li wê “metirsiya emnî têdigihijin ku PKK bo Tirkiyê çê dike” û ew Tirkiyê han didin bo ku operasyona dijî teror a hevbeş li gel Iraqê bi şêweyekê encam bide ku rêz li serweriya Iraqê bigire.

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, divê navçeyên wek Şingalê bi temamî di bin kontrola hikûmeta federalî û hêzên emnî de bin bi hemahengî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ku “PKK, milîs û grûpên din nekarin girîngiyê bi ajandayên xwe bidin. Vê neseqamgkiriyê wiha kiriye, bi sedan hezar kesûkarên qurbaniyên cînosayda DAIŞê nekarin vegerin cihên xwe.”

Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Rûdawê di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê roja 15ê vê mehê operasyona ‘Pençe Baz’ û 17ê vê mehê jî operasyona bi navê ‘Pençe Piling’ li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin û piştre serbazên Tirkiyê li bejayî dest bi êrişa li dijî gerîlayên PKKê kiribûn û firokeyên Tirkiyê jî ji wê demê ve wan navçeyan bi tundî bombebaran dikin.

Di encama operasyon û êrîşên asmanî yên vê dawiyê yên Tirkiyê de, heta niha hejmarek welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber operasyona vê carê ya artêşa Tirkiyê û berdewamiya şer, derdora 50 gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê di rewşeke ne aram de ne.

Herwiha Berdevkê Wezareta Pêşmerge jî ji Rûdawê re ragihandibû, artêşa Tirkiyê bi kurahiya 20 heta 40 kîlometre û artêşa Îranê jî bi kurahiya 10 kîlometre xaka Herêma Kurdistanê bezandine.

Niha jî li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê şer û pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de berdewam in.

Hûn dikarin jî bixwazin