سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Sindoqên reş yên PKK’ê bi tu awayî l Silêmaniyê dihên armanc kirin

Di demek kurt de, zêdetirî 11 serkirdeyên PKKê, bi şewa û deverên cûda, ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyê ve hatine topbarankirin û kuştin,Ava ku balê dikşine l hemî bûyeran, tawanbar kirina PKKê ya girêdayî herêmî û PDKè ye. Di bûyerê de, d demekida ku yek ji wan serkirdeyên PKK-ê di jêr deselata PDKê de nehata kuştin.

Herša herî dawî ya Tirkiyê li ser PKKê dîsa li Silêmaniyê bû

Li roja pênc şem 25î huzeyrana 2020 frokeyn şerker în turkya bordumana serîrangeha kunemasî ya ser bi şaredarya gapîlon li şarbajêr, ewa di bin destî yekêtî da kir û pêşbînî tên krin ko hejmarek çekdarên pekekê hatbne armanc krin û çind svîl hatin brîndarkirn.

Li gur zinyaryêt ajansa nûçeyan a peyamnêr ko li berpirsên wî snûrî dest ketîne, serkirdekî dyar bi nawê hevall veman ko posta cêgrê berpirsê hewallgirî hebû li qendîl dgel zêrevanêt xwe li demê çûn bo kombînekê li şarrbajêrr – slêmanî bûn armanca froka

Êrşeka cuda li şaxê ezmer li slêmanyê û koştna demhat ‘egîd

L15î oktobera 2019 li çyayê ezmerr li bajêrê slêmanyê ko chek geştyarye û cwan jbû vexarna meşrrobê dçin ser wî şaxî, li nîşkêve teqîn çêbû wî demî berdefkê polîsên slêmanyê gut”narincuk di destê dû kesên bi regez ‘ereb teqî û canê xoe jdest daye” belê li 22î ktoberê ajansa nûçuyan a peyamnêr aşkra kir ko ev dû kesên li şaxê ezmerr hatîn kuştin dû serkirdên pikkê bi navê (demhat – cemîl)ni û ev hêrş li bal frrokeyn turkî hatye encam dan. Wê nûçeya peyamnêr polîsn slêmanyê naçar krin rastyan aşkra bken û li heman rojda kecekê ragehandnek bllavkir û nûçeya peyamnêr piştrrast kir.

Demhat ‘Egîd bi temenekê biçûk tevlî PKK’ê bibû, demeke dirêj weke zêrevanê Cemîl Bayîk kar dikir û haydarî hemû peywendiyên kûr yên siyasî û şexsî yên Cemîl Bayîk bû, demek dirêj Demhat li Silêmanîyê dima û peywendiyên Cemîl Bayîk digel yekîtiya Niştîmanî a Kurdistanê û Îranê birêve di birin û berdewam haydarî ji bo Cemîl Bayîk rê di kirin.

Demhat raste rast peywendî digel dezgehê îstixbaratî ê YNK’ê “dezgayê zanyarî” de hebû, îcazeya mayîna wî li Silêmanîyê heya ewlehiya wî û Xanya ew têde dima ji aliyê Lahor Şêx Cengî û Polat Şêx Cengî hatbû teimîn kirin, di heman demê de peywendiyên PKK’ê ên digel hêzên navdewletî û herêmî li ser destê Demhat birêve diçûn.

Êrîşa Tirkan ya tund bo ser wan her du kesan sedema sereke ew bû ku ev kes xwedî rolekî taybet ê dîplomasî bûn. Û her du kes weke “sindoqa reş” a Cemîl Bayîk bûn, bi kuştina van her du kesên ku weke dest û lingên Cemîl Bayîk dihatin hejmartin, ew peywendiyên tarî û qirêj bê şahid hiştin.

Demhat û Cemîl bi sedema karên wan yên taybet hatin armanc kirin

Daxuyaniya PKK’ê û KCK’ê li derbara van her du qadroyên xwe da ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlemena Kurdistanê eve bo ku bûyerê bi zelalî diyar bikin,

Hîllbet eger PiKK hindek bifkre dzanît kê kadîrên wan binçav krin û chê kuştna wan amajeyn zellaln ko çma ev kiryar çêbû û kî sedem bûn. Çend sallên bûrî PiKK hkumeta herêma kurdistan bwê yekê tumetbar dke ko rê li hember çallakêyn mîtê nagre, li demekîda mîtê prranya çallakêyn xwe li rêga gerrîlayan encam dde û bellge eve ko bernamê (kirmên darê) ko li kenallê çra yê ser bi PiKKê ve tê nîşandan û her car çend gerrîlayn sîxor aşkra deken.

Çma PKK hikûmete herèmè Sûçdar deke

di van salên dawyê de PKK’ê hemû bûyerên hatî jiyan kirin Hikûmeta herêmê weke berpris daye nîşandan, are PKK’ê di xebata xwe ya Başûr de kengî êzn ji Hikûmeta herêmê wergirtiye, heya niha danpêdanê bi Hikûmeta herêmê nakin, dbi PKK’e bûyera Ezmer û yên bera wê jî li gel hevalbendên xwe û yên digel wan bizavê diken gotubêj bikin.

Li ser hinek bûyerên bera niha rûyday û PKK’ê Hikûmeta Herêmê sûçdar krî emê hinek rastiyan îfşa bikin.

erebeya “Zekî Şengalî”

ew bûyera 15/8/2018an li gundê Koço yê ser bi şengalê rûyday ku di encam de xortekê Şengalî hatî kuştin PKK’ê bi lezgînî Hikûmeta Herêmê sûçdar kirbû, lê belê li wê navçeyê ti hêzên pêşmerge nîne û navçe li bin desthilata PKK’ê û heşda şebî daye.

Li gurey televizyona Çira a ser bi PKK’ê ve, bera balefirên Tirkiyê bihên erebeya “Zekî Şengalî” ji aliyê kopterên Iraqê hatbû Teqîb kirin, dema balefirên Tirkiyê soîqestê li ser erebeya “Zekî Şengalî” dikin dîmen hatbûn wêne kirin.

Em behis li bûyereke din a kuştina 3 endamên komîta dîplomasî a PKK’ê bikîn ku li 21 Adara 2019an li nêzî navçedariya Qeladzê ya ser bi Silêmanîyê rûday, di vê bûyerê da 4 endamên komîta dîplomasî û hevdem berpirsê xebatên Başûr “Navdar Amed, Serhed Varto û Sînanê Sor” hatin kuştin û “Reza Alton” bi birîndarî derbas bû. Herçend cihê bûyer lê çêbûy li bin deshilata Yekîtiya Nîştîmanî a Kurdistanê de bû, lê belê dubare daxweyanîya PKK’ê êrîş bû li ser Hikûmeta herêma Kurdistanê û bi t awayekê behis li YNK’ê nekir.


Bûyera kuştina endamê serkirdayetiya PKK’ê “Diyar xerîb” li 27/6/2019an çêbû, lê belê KCK’ê li 5/7/2019an ev xeber eşkere kir, li gel vê êrîşê de 4 kesên medenî jî şehîd bibûn, “Diyar xerîb” bi îzna YNK’ê kombûn li Qeladzê û Raniyê saz kirbûn, piştre bi zanîna YNK’ê ber bi Qendîlê diçe, lê dîsan PKK’ê Hikûmeta herêmê bi kuştina “Diyar xerîb” sûçdar kir û gefên Tolhildanê li Hikûmeta Başûr kirin.

Çima PKK’ê di bûyera kuştina “Demhat ‘Egîd û Cemîl Amed” de navê YNK’ê bi zelalî anî ziman

Ger PKK’e dixwaze rastiya kuştina “Demhat ‘Egîd û Cemîl Amed” fam bke bila vê pirsê ji hevalbendên xwe yê stratejîk “Polat Şêx Cengî û Lahor Şêx Cengî” bke

di vê bûyera dawyê de jî ya kuştina “Demhat ‘Egîd û Cemîl Amed” de PKK’ê dijatiya xwe li hember Hikûmeta Başûr nîşan da, lê belê bi cudahiyek biçûk, ev cudahî ev car eve ku yekem care PKK’e bi zelalî bas li hevalbenda xwe YNK’ê dike û zelalî yê jêre dixwaze, gelo dibe sedem çibe ku ev car PKK’ê navê YNK’ê aniye û daxwaza zelal kirinê jêre dike?

bûyerê PKK’e baş fam dike ku deshilata Hikûmeta herêmê li ser asîmanê herêmê de nîne, belku ev yek di desthilata Hikûmeta navendî a Iraqê da ye, lê belê her êrîşeka asîmanî ya li ser PKK’ê çêdibe û dibe egera kuştina endam û qadroyên wê PKK’e raste rast Hikûmeta herêmê sûçdar dike, ji vê yekê jî PKK’ê bi tenê yek armanc heye, ew armanc jî eve ku Hikûmeta herêma kurdistanî li pêş çavên gel bêxe û reş bike.

Ger PKK’e dixwaze rastiya kuştina “Demhat ‘Egîd û Cemîl Amed” fam bke bila vê pirsê ji hevalbendên xwe yê stratejîk “Polat Cengî û Lahor Cengî” bke, li heman demê de berisva herî rast li cem PKK’ê û Cemîl Bayîk bi xwe heye.

Hûn dikarin jî bixwazin