سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

PKK Minbic û Qandîlê ji Kurdan Vedişêre!

Di armanca dagirkerî de niyeta baş tune ye. Her dagirker, axa dagerkirî ji bona armancên xwe yê qirêj bikar tîne.

Tirk ji bona armancên xwe yên qirêj, destdirêjiya xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan didomîn in. Wek ku em dizanin, tirkan xwestin destpêkê bi destê DAÎŞ vê armancê bînin cîh. Ji ber ku berjewendiyên navnetewî rê nedan vê armanca Tirkiye û DAÎŞ, Kobanê bi qasî ku hat hilweşandin û kevir li ser kevir nema jî, teslîmî DAÎŞ nekirin. Bi hewla navnetewî re têkiliyên Tirkiye û Emerîka ketin guftûgoyê. Tirkan têkiliyên bi Rusya re wek çek li hember Amerîka û NATO bikar anîn û xwest bi blofan bigihê armancên xwe.

Di destê Amerîka û hêzên hevpeymanan de dosyaya Tirkiye û têkiliyê bi DAÎŞ re hebûn. Di bin re ev dosya bi çend metodan îşaret kirin ku tehdît cîhê xwe bigire. Li ser vê Tirkiye bipaş de gav avêt û nêzî hêzên dijraberî DAÎŞ bû. Wek hêzek dijraberî DAÎŞ derket ber me û xwest ku bi vê metodê li Başûrê Rojavayê Kurdistan bigihêje armanca xwe.

Pêşî bingeha dagirkirina Cereblûs kir armanc ji xwe re. Di kûraya 60 km. de ev dever dagir kir. Têkiliyên Herêma Efrîn û Cizîrê ji hevûdû qetand. Efrîn bi vê hewla Tirkiye re Îzole bû. Gava duyem dagirkirina Efrîn bû. Di vir de jî serkeftî derket, piştî ku derdora Efrîn hilweşand û rûniştîner ên deverê bi destê tirkan û hêzê terorê yên têkildar re hat teror kirin, herêma Efrîn jî dagir kir. Li hember van hewlên dagikeriya Tirkan stratejiyek netewî a PYD û YPG tine bû.

Li ser Minbic û derdorên Minbic jî bi Amerîka û hêzên Hevpeymanan re guftûgo dimeşand. Her çiqas Amerîka, li ser van daxwazên Tirkiye nerazîbûna xwe diyar dikir jî; di bin re liser sererastkirina têkiliyên xwe bi tirkan re dan û stendin dimeşand. Niha jî gîhaşt wê astê ku ev deverên bi xwîna keç û xortên kurdan hatine rizgarkirin, yek bi yek teslîmî tirkan dibin. Niha nêzî 100 hezar kes li Minbicê dijîn. Piraniya şêniyên wî bajarî Kurd û Erebên sunne ne. Di sala 2012an de ew bajar ketibû destê artêşa azad a Sûriyê piştre DAIŞê sala 2014an ew dever kontrol kiribû û herî dawîn di Tebaxa 2016an di encama operasyoneke berfireh de Minbicê ji aliyê hêzên YPG û hevpeymanên navdewletî ve hatibû rizgarkirin.

Di kûraya 40 km de Minbic jî teslîmî tirkan dibe. Armanca dagirkeriya tirkan, astengkirina girêdana kurdan bi qiraxên Bahra Sipî û seranserê Rojavayê Çemê Firat e. Di stratejiya tirkan de, pêşîlêgirtina destkeftinên Kurdan, bi riya dagirkirina van deveran re dimeşe. Seranserê xaka Rojavayê Firat, ji bona avakirina Kurdistanek serbixwe, herêmek stratejîk e. Tirkan ev cîhên stratejîk ji xwe re kirine hedef.

Tevgera PYD û YPG her pêşî li stratejiyek Kurd û Kurdistanî girt. Di bingehek netewî de meşandina stratejiyek Kurdewarî red kir. Hêzek totalîter, yekalî û çepgir ava kir. Bi mejiyê “hêza parastina gelan û biratiya gelan“ her berjewemendiyên Kurdan xistin bin tehlûkê. Îro qurbana vê siyaseta malxerab bû sebeb ku Rojavayê Firat bicarekê de têkeve destê tirkan û ji bona armancên wan yên dagirkerî-dijminane ku li dijî kurdan bên bikaranîn.

Di Tebaxa 2016an di encama operasyoneke berfireh de Minbic, ji aliyê hêzên YPG û hevpeymanên navdewletî ve hatibû rizgarkirin. Di rizgarkirina Minbic de, bi hezaran keç û xortên kurdan bûn qurban.

Ji bona radestkirina Minbic bi şêweyek hêsan radestî tirkan bibe, berdevkên YPG rewşa radestkirina Minbic pir hêsan dikin û rastiyê ji Kurdan vedişêrin. Çi dibêjin berdevkên YPG?

“Dora 300 şervanê YPGê (li Minbicê) hebûn lê ew hejmar her bi hêdî hêdî kêm bû û tenê şêwirmend man ku hejmara wan 30 e û ew jî li ser perwerdekirina Meclisa Leşkerî ya Minbicê xebitîn ku ew meclis jî ji 5 heta 6 hezar şervanan pêk tê. Îca çawa pêwîstî bi wan nemîne, ew şêwirmend dê vekişin rojhilata Firatê da ku tev li şerên bidawîkirina DAIŞê bibin.”(!)

Ev peyan, hin stratejiya tirkan li ser Rojavayê Firat vedişêre û hin jî radestkirina Minbic û têkçûna stratejî wan vedişêre.

Heman mejî li Qendîlê jî heman tiştî dike. Ev demek dirêje ku tirkan bi hêzek mezin li ser kuraya 30 km. ketiye xaka Başûrê Kurdistan û deverên Çiyayên Biradost Heftenîn, Garê, Metîna, Avaşîn, Basyan, Zap, Xakûrk, Kanîreş, Sîdekan û Qendîl bombebaran dike. Di van bombebaran de bi dehan medenî hatine qetil kirin. Jiyana 350 gundên Başûrê Kurdistan hilweşiyaye û gundên ku medenî lê mane, dibin metirsiyê de ye. Lê berdevkê Qendîl zirtan dikin û rastiyê vedişêrin. Li hember dewleta tirk bi şîke û tehdîdan siyasetê dimeşînin ku naveroka helwestek Kurdistanî di van şîroveyan de tineye. Çi dibêjin berpirsiyarên li Qendîl?

Berpirsiyarê hêzên çekdar, Serhat Varto herweha diyar kir ku;

“Operasyona li dijî Qendîlê, ji aliyê serbazî ve encaman naguherîne û pirsa kurdî jî çareser nake. Lê bi vê operasyonê, wê pirsa kurdî bibe pirseke navnetewî.“(!)

Ev ne aqilekî normale. Wê çawa “pirsa kurdî bibe pirseke navnetewî“?

Tirkiye hişyar dike û dibêje “ku hun li hember Qendîl operasyonê bibandor bimeşînin wê pirsa kurdî bibe pirseke navnetewî“(!) Gelo ev aqilmendên Qandîl naxwazin ku pirsgirêka Kurd bibe pirsgirêkek navnetewî û bêt ser maseya çareserkirinê, çawa?

Doza Kurd û Kurdistan dozek navnetewî û pirsgirêkek gewre ye. Bê stratejiyek netewî û Kurdistanî ev doz nayê çareserkirin. Di mejûyên wan dînazorên Qendîl de, bi qasî misqalekê stratejiyek Kurd û netewî tineye. Bi fortan û zirtan doza Kurdistan nayê çareserkirin!

Dewleta Tirk bi hewlek berfireh destkeftinên kurdan li herêmê kiriye hedefa xwe û hemû têkiliyên xwe li ser vê armancê bikar tîne. Siyaseta ku vê armanca Dewleta Tirkan nebîne û bi zirtan tevbigere, nikare li hember van gavan, destkeftinên xwe jî biparêze. Her têkçûna xwe meşrû dike û rê ji pêşketina armancên Dewleta Tirk re vedike û karesatên Dewleta Tirk ku tîne serê Kurdan hîn hêsantir dike.

Bi raya min Dewleta Tirk bi riya PKK li Başûr û Bakurê Kurdistan û Başûrê Rojavayê Kurdistan gihîştiye armanca xwe. Li Bakurê Kurdistanê jî stratejiya entegrekirina Kurdan û asîmîlasyonê encam dane. Tirk ji vê armancê serkeftî derketine. Êdî bêbandorkirina PKK ketiye rojeva tirkan. Ji ber wê jî Serokkomarê Dewleta Tirkan li Amedê li nav çavê me kurdan dinêre û dibêje “min pirsgirêka Kurd çareser kir“(!)

Di heman demê de Serokwezîrê tirkan jî li Agirê, di mitîngê de bi şêweyek hêsan li nav çavê kurdan dinêre û dibêje;

“Xwedayê me yek e, pirtûka me yek e, Pêxemberê me yek e. Em birayên hev in û bi hev re Tirkiye ne. Ev xak, ev welat ê me ye. Hinek hêzên emperyal dixwazin dewletekê ji kurdan re ava bikin. Dixwazin li Suriye û Iraq dewletekê ji kurdan re damezirînin. Kurd jî, Tirk jî ev hezar sale bi hev re li Anadoliyê dijîn. Bila kesek biderfet ji kurdan re avakirina dewletê neparêze”(!)

Heman gotin berî 95 salan di damezirandina parlementoya tirkan de jî li ser Hevpeymana Lozanê hatine gotin(!)

Heta ku Kurd li ser axa xwe bi hewlek netewî û Kurdistanî tevnegerin, stratejiyek netewî û hevpar ava nekin, nikarin li hember êrîşên dagirkeran xwe biparêzin.

Siyaseta bi dijminên Kurdan re têkildar her bûye sebebê têkbirina kurdan. Divê Kurd xwe ji vê rizgar bikin û ji dîroka xwe dersan bigirin. Berî bi 95 salan li parlementoya tirkan Diyap Axa û hevalên wî çi digotin, çawa hatin bikaranîn û çi hat sere wan, îro di parlementoya tirkan de Parlementerên HDP heman tiştî dibêjin û eynî tişt tên sere wan jî.

Ma heta kengî wê xwîna Kurdan ji bona dijminên kurdan birije?

Hûn dikarin jî bixwazin