سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Esed: Em dê bakurê Sûriyê bi hêzê kontirol bikin

Di hevpeyvîneke xwe de li gel kenala NTV a rûsî Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, eger terorist ji Bakurê Sûrya dernekevin, dê wê deverê bi hêzê kontrol bike.

Beşar Esed da zanîn ku, li Sûriyê şiyanên avakirinê hene û ew rê nadin welatên Rojava beşdariyê di avakirina Sûriyê de bibin.

Li aliyekî de, îro serokê Sûryê biryarek derbarê hilbijartinên encûmenên xwecihî derxist û li gorî wê biryarê, roja 16 Êlûna dahatî wê hilbijartinên encûmenan bên kirin.

Biryar bû destpêka sala 2016an ew hilbijartin bihatana kirin, lê ji ber rewşa şer, Hikûmeta Sûryê hilbijartin ne kir û awayê destinîşankirinê li şûna hilbijartinan bikar anî û bi wê yekê hejmarek ji serokên encûmenan rakir û li şûna wan hejmarek din destinîşan kir.

Hûn dikarin jî bixwazin