سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Trump: Divê penaber vegerin welatê xwe

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din nerazîbûna xwe ji koçberiya ne rewa re nîşanda û ragehand ku, divê vegerin welatê xwe.

Derbarê wê yekê Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hisabê xwe yê Tiwîterê îro, roja Yekşemê ragehand ku, nabe em rê bidin wan hemû penaberên ku, xaka welatê me derbas dikin, divê em wan vegerînin welatê wan bêyî ku, skalayê li ser wan tomar bikin.

Herwiha Trump da zanîn ku, ew yasa û siyaseta koçberiyê binpê dikin, herwiha sivkatiyê pê dikin,destpêkê zarokên xwe bê dê û bav dişînin Amerîka û piştî wê ew li pey wan tên.

Hûn dikarin jî bixwazin