سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

AKP di ahinga serkeftinê de behsa Qendîl û Minbicê kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu di ahinegeke cemawerî ya AKPê de dûpat kir ku, ew dê herdu navçeyên Minbic û Qendîlê ji PKK paqij bikin.

Di gotareke xwe de li bajarê Antalyayê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu dilxweşiya xwe derbarê biserketina AKPê di wî bajarê geştyarî de anîziman ku, careke din desthelat bi destxwe xist, di demekê ku, berî niha di wî bajarî de opozîsyonê rêjeya dengan bidest xwe xistibû.

Herwiha derbarê wan daxuyaniyên di dema bangeşeya helbijartinan de AKPê behsa derkirina PKK û YPG ji Minbic û Qendîlê dikir, niha wezîrekî AKPê dûpat kir ku, ew li ser baqijkirina wan navçeyan rijdin.

Hûn dikarin jî bixwazin