سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Asayîşa Hewlêrê: PKK ê Xazî Alîxan teror kirîye û ev yek bê bersiv namîne

Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê aliyê ku Berpirsê Asayişa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Salih Alîxan kuştiye aşkere kir.

Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, êvara 8ê Cotmeha 2020an, Berpirsê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Salih Alîxan li gundê Bêgdawda bi destekî reş hatibû terorkirin.

Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê tekez kir, “Piştî lêkolîna hûr û berfireh, derket ku ew ji aliyê PKKê ve hatiye terorkirin û pêştir jî bi awayekî rasterast û ne rasterast gefa terorkirinê lê xwaribû.”

Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniya de ragihandin, ji bilî ku serxweşiyê û hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarê şehîd Xazî Salih Alîxan re radigihînin, bi tundî vî karê teroristî û tirsnak şermezar dikin û radigihînin ku ev kiryara terorist bê bersiv namîne.

Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê daxwaz ji hevniştimanî û xelkê dilsoz ê Herêma Kurdistanêdike, di asta vê karê terorist de, helwesta wan hebe.

Hûn dikarin jî bixwazin