سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Peyamek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şewitandina baregeha Liqê 5 ê PDKê li Bexdayê û bêrêziya li hember ala Kurdistanê şermezar dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de radigihîne: “Bêrêziya li hember pîroztirîn sembola Kurdistanê û şewitandina wê û girtina ser baregeha partiyekê ku zêdetirîn qurbanî ji bo rûxandina rêjîma Beis a dîtktaro li Iraqê û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê daye, êrîşeke aşkere li ser buhayên demokrastî, pêkvejiyan û aştiya civakî li Iraqa federalî ye.”

Destnîşan kir jî, di pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê re, daxwaz kir, rêkarên yasayî li hember encamderên wê tawanê bên girtin.

Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:

Bi tundî êrîşa îro ya tîmeke deryasayî li ser baregeha Liqê 5 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê û şewitandina wê û bêrêziya li hember ala Kurdistanê li Bexdayê, riswa û şermezar dikim.

Bêrêziya li hember pîroztirîn sembola Kurdistanê û şewitandina wê û girtina ser baregeha partiyekê ku zêdetirîn qurbanî ji bo rûxandina rêjîma Beis a dîtktaro li Iraqê û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê daye, êrîşeke aşkere li ser buhayên demokrastî, pêkvejiyan û aştiya civakî li Iraqa federalî ye.

Di pêwendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê Iraqê birêz Mustefa Kazimî de, me guftûgo derbarê vê êrîşê de kir û min daxwaz jê kir ku dezgehên pêwendîdar dest bi lêkolînê bikin û rêkarên yasayî li hember encamderan bigirin ber.

Hûn dikarin jî bixwazin