سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Êrîşên Tirkiyê li navçeya Dêrelok dijwar bûne

Êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê dijwar bûne û îro çiyayên navçeya Dêrelok ê hatin bombebaran  kirin.

Çavkaniyên Ajansa Nûçayan a Peyamner Kurdistanê eşkere kirin, îro roja înî 3/7/2020an balefirên dewleta Tirkiyê, di te’qîba hereketên PKK ê de, navçeya Dêrelok bombebaran kir.

Her wiha dest nîşan kir, balefiran di te’qîba hereketên PKKê de, li sa’et 10:40 heya 11:00 çar moşek li “Dereca Hêtîtê” li çiyayê “Lînkî” dane, ev çiya dikeve aqarê gundê Hêtîta kevin li navçeya Dêrelokê.

Li gor dîmenên ku ji bo pêgeha me hatine şandin, doman li ciyê êrîşan li serê çiyayê “Lînkî” bilind bûye. Dewleta Tirkiyê li 15 î meha rabûrî êrîşa ser Başûrê welat li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê destpêkir bû, ji wê demê ve rojane gund û navçeyên Başûr, bi taybet li sînorê parêzgeha Dihokê tên hedef kirin, gelê navçeyê ji nêzîbûna PKKê ji bo gundan dilgiranin û ew dixwazin PKK xwe ji gundên wan dûr bike ji bo ku nebin meydana şer.

Hûn dikarin jî bixwazin