سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Soran bi destê pjakê jbû paran hat tîrorkrin

Li şeva duşemî ya rabûrî 2/6/2020an, bi pîlan, cwanekî gundê “rwar” yê navçeya hewramanê ya grêday bajarê merîwanê li rojhlata kurdistanê, bi navê “soran exter semer”, ji bo sînorê gund tê gazî krin û tê kuştin, dema ku cesedê wî tê dîtin, eşkere bû ku destên wî hatbûn grêdan û lingên wî hatbûn şkandin û 6 gulle li cesedê wî dabûn, cesedê wî li derdûra gund hatbû avêtin û mallbata wî dbêjn pekekê ew kiryar kirye.

Guneha soran tenê ew bû ku pekekê/pjakê daxwaza bacê jê kirbû û soran jî bi wan re gotbû ku min pere nîne û dahatê min bi zehmet beşa debara jyana min û malbata min dke

Soran exter semer bi tu awa hat kuştin?

Dilşad ‘înayetî yek ji rûniştvanên navçeya merîwanê ye, paş çend rojan ji te’qîba awayê kuştna soran, wî li pêgeha xwe ya feyisbûkê raporek weşandîye û têde horgilyên bûyerê şîrove kirne, ev rapor ji alyê rêjeyeke herî zor ya çalakvanên cvaka svîl û gelê navçeya hewramanê hatîye pişt rast krin.

Dilşad ‘înayetî nvîsandîye: “li şeva duşem ser sêşemîya rabûrî 2/6/2020an li demjimêr 12 şev, li hewramanê û bi taybet li kwêstanên kosalan li nêzî ruwarê, cwanekî kurd bi navê soran exter semer bi dest çeteyên pjakê bi awayekê hov û bê wîjdanane hatîye kuştin”.

Dilşad di drêjyê de bi vî awa bas li bûyerê dke: “wha dyare ku cema’etên brayetîya gelan pjakê, hevalrêyekê soran bi navê ramîn ku şvan bû û li ber pezî bû, weke dîl girtbû û klaşînkof li ser serê wî danye û jêre gotîye zû peywendyê bi soran bke û jêre bbêje xwarna têştê ji bo te bîne, soran jî weke wefadarî, li gel hevalekê xwe yê din swarî erebeyê dbin û ber bi navçeya jonî bi rê dkevin ji bo ku xwarnê ji bo ramîn bbin”.

“bi gotna hevalê soran ku di gel de bû, bera erebeya wan bighîje navçeya jonî, pjakê di rê de ew ragirtin, ji erebeyê derxistin, têlefûnên wan jê stendin û bi hevalê soran re gotin ku tu li vir bmîne, karekî me bi soran heye û nha ewê vegere cem te”.

6 gulle li soran dan

Dilşad ‘înayetî herweha dbêje: paş derbasbûna çend sa’etan ji birna soran, bi her awayî ew rêya xwe jbo navçeya jonî dewam dke, ji bo ku daxwaza alîkaryê û di hawar çûna soranî ji gelê navçeyê bke daku ji dest çeteyên pjakê rizgar bkin.

Lê belê cyê daxê ye, wexta ku xelk tê cyê bûyerê, dbînin ku soran dest grêdayî û di rewşeke pir xerab daye, lingên wî hatne şkandin û şûna 6 gulleya li ser cesedî wî hene, piştre xelkî cesedê soran brin merîwanê jbo pzîşkyê dadyê.

Pranîya gelê rojhlatê wlat bi taybet xelkê navçeya merîwanê, ne cara yekemîne ku cînayetên bi vî awayî yên pekekê/pjakê bi çavên serê xwe mîze dkin, ew dbêjn: nabe partîyek bi navê xebat kirnê ji bo azadîya kurdistanê, cînayetên bi vî awayî bke.

Pjak mjûlî çetegeryê ne

Gelê navçeyê zanyarî û rapora dilşad ‘înayetî ser rast krin dema nvîsandî: ji encama te’qîb û lekolînê eşkere bû ku soran cwanekî kasb ji malbatek hejar bû, têklîya wî bi alîyekî ve tune bû, tu kes jî azar nedabû, wî bi belemê li ser rûbarê sîrwan bo bendava daryan kesabeta xwe dkir û kelupelên xelkê navçeyê vedguhastin.

Cema’etên pjakê weke karê xwe yê hercar, li navçeyên rojhlata kurdistanê, bi taybet li merîwan û hewramanê, mjûlî çetegeryê û desteser kirna bi zor ya kasbkarên navçeyê ne, pereyan ji bo xebata bratîya gelan kom dkin, wha dyare wan çend caran daxwaza pereyan ji soran kirbû û soran bi wan gotbû ku min pere nîne û hiz kesek kasbim û kesabeta wî beşa debara jyana malbata wî nake, lê belê cyê daxê ye ku van bê wîjdana ne keramet û ne mrovatî di naxê wan de nîne, li ser vê berisva soran, gefan lê dkin û pîlana kuştinê ji bo danan.

Dilşad di beşeke din ya raporê de dbêje: “ez bi xwe şahdê rast yê van kiryarên qrêj yên pjakê me, min belge û şahd hene ku gelek caran pejakê gef li min jî krîne, li navçeya şamyan wan daxwaza pereyan ji min kir, wan gefa zrar ghandinê bi terşûkewalê min û kuştna min kirye”.

Tiştê dyar eve ku tevahîya xelkê merîwan û hewraman û navçeya şamyan bi başî dzanin ku pjak li navçeyê ye û dzanin kanê pêgeha wan jî li ku derê ye, tu kesê jî kar bi wan nîne, ew tenê mjûlî azardana xelkin û bi navê xebata ji bo kurdistanê, dehan caran zaroyên xelkê bi dîl girtne û heya ku pere nedaynê azad nedkrin.

Dilşad dbêje: heger derketna min hebe û bkarm li cyekê bê alî û medyayeka azad baxvim, dê şahdên xwe jî li gel xwe bbim, lê belê pekeke/pjakê wha li gel kirne ku ji tirsa kuştinê nkarn her tiştî bbêjn.

Cwamêr kosalan: rejîma tehranê be eşkere alîkarîya pekekê dke

Cwamêr kosalan yek ji heval û xizmên sorane û wî ji nêzîk nas dke, dbêje: “soran ji alyê çeteyên pjakê hat kuştin, sûnid bi mrovatyê ku soran tu têklîyek bi rejîmê û tu alîyekî nebû, tenê mjûlî kesabata xwe bû, dema 10 salane pjak/pekeke bi eşkere li navçeya hewramanê ye û rejîm alîkarîya wan dke û ew jî xelkê navçeyê talan dkin”.

Kawe muradî yeke ji çalakvanên cvaka svîl li navçeya merîwanê, ew dengê xwe dxe pal dengê dilşad û hezaran kesên din yên navçeya merîwanê û dbêje: “pjak/pekeke weke rêgir û çeteyan tev dgern, berya çend şevan rêya min girt û em pişknîn krin û wexta ku zanî tu pere û tiştek bi min re nîne, li min da û ez avêtim”.

Pjakê bêhna xelkê navçeya merîwanê û hewramanê teng krîye

Kawe muradî di drêjahîya nvîsa xwe de dbêje: “daxwazê ji rêxistnên svîl dkîn bêhne ser xet, pjakê bêhna gelê navçeyên merîwan û hewramanê teng krîye, rehmê bi şvan û xudanên pezî û yên gundên şaho û kosalan nabin, ew xwe hingvê hengevanan jî talan dkin”.

Kawe dbêje: li ser rêya delemerzê li navçeya jaweroyê li merîwanê, çekdarên pjakê rê li kolberan digrin û pereyan ji wan distînin.

Hewraman ne cyê kesên mîna we xaînên gel û niştîmane

Xelkê hewramanê ji bo pjakê: êdî bese, hewraman ne cyê kesên mîna we xaînên gel û niştîmane

Dilşad ‘înayetî û çalakvanên navçeya merîwanê li dwayê hnek pirsan arastey pjakê/pekekê dkin:

Heya kengê dvê gelê hejar û bê destihlat, baca bê famî û navçegerîya hewe bde?
Ma qey hûn pêdaçûnê di xwe de nakin? Ma qey ev cwanê bi destê we hatî kuştin û ew kesên ku hûn pereyan bi zorê jê distînin, ne brayên hewene?
Gelo heya kengî hûnê gulleyên xwe li cyê li sînga dujmin bdin wê li sînga cwanên kurd yên belengaz bdin?
Ger hûn xwe bi şorş gêr û xebatkar dzanin, çma hûn naçin ew kesên welat dagîrkirî sza bdin?
Rojane bi dehan û sedan xofroş û rayedarên ple blind li ber sînga we re derbas dbin, lê hûn bi kar wê yekê jî nayên ku yek gulle jî tê berdin?
Bes bkin êdî hewraman cyê we yên xaînên gel û niştîman nîne

Hûn dikarin jî bixwazin