سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Herêma kurdistanê, Diblumasyet û parastna berijwendan


Remezan nesredîn kêvlî
Diblumasyet ew zaravê berdewam di peywendyên nîvdewletî da dhête bhîstin û zurbey welatan dupatyê li babetên diblumasî dken, guman têda nîne em neşêyn bas li diblumasyetê bkeyn eger me bi dewletê ve grênedet çunke dewlete di jîngeha derve da xudan berijwend û pruje û diblumasyet êk ji alavên cêbecê kirna syaseta jderve ye û syaseta jderve bxu kumeka armanc û bername û plana ye ku jlayê dewletê ve weku yekeyeka serbexu dhête darêştin, diblumasyet weku (lîdir hart) ddete dyarkrin grêday sitratîjîyeta dewletê ye bu belafkrin û rêkxistna alavên leşkerî bi merema cêbecê kirna armancên syasî, yanjî wesa dhête pênasekrin ku hunerê brêvebirna peywendyên nîf dewletî ye.
(Hnudên kevin) diblumasyet wesa dayne dyarkrin ku şyanên serhildana şerî ye belê di heman dem da dupatî li aştyê jî krîne dnavbera dû welatan da, yanjî (şarl kalfu) ddete dyarkrin ku diblumasyet zanisteke bu xandna peywendyên dû welatan yan ptir dhête bkarînan bi merema parastna berjewendên pêghur yên wan welatan di baznê prensîpên yasa dewletî û ehkamî û rêkeftinên dewlî da, gelek ji bîrmenda wesa dayne dyarkrin ku diblumasyet bîrtîj û şehrezayî û hunerê serederî kirnê ye dgel prisgirêkên nîf dewletî ku kesê syasmetdar bu berjewenda welatê xu bkarbînît..
Dyarkirna evan hemî pênasa bu hindê buye ku dvêt em cyawazyê dnavbera herêmê û welatekê serbexu da bkeyn çunke hemî pênasên li serî dyar diblumasyetê bi dewletê ve grêdden, belê bu herêmeka weku kurdistanê çunke dyardeka nuy ya nîf dewletî ye em neşêyn bêjîn herêm xudan diblumasyete weku menzuma diblumasî belê gelek caran em têgehê (para diblumasî) bi kardînîn taku jlayê ekadîmî ve em tuşî çi şaşyan nebîn, zurbey ewan bzavên diblumasî yên li qunaxên bûrî herêma kurdistanê encam dayn chê li ser rawistandinê ne jber berifreh bûna sîstemê nîf dewletî û kartêkirna endamên dewlî weku dewlet, pêş nuke hijmara welatan yan dewletan zur kêm buye belê evru nêzîkî dûsed welatan hene lewra pêwîstî bi diblumasyeteka nuy dket taku rêkxistna peywendyên dnavbera endamên xêzana dewlî da bket çunke utumatîkî berferh bûn dbîte hukarê peyda bûna karên nuy û herêma kurdistanê jî di evî bazney da pêwîstî bi hindê heye di baznê berjewendên xu yên niştîmanî da darêyiştna peywendyên xu bket..
Gelek caran kesayetyên kurd di qunaxên cuda da rul û karîgerya xu hebuye nexasme kak nêçîrvan barzanî weku diblumatkarekê nîf dewletî li ser astê cîhanê dhête dîtin û serederî dgel da dhête krin û kak nêçirvan barzanî şyaye bi drustî erkên xu yên diblumatkarî cêbecê bket ewjî weku balîwzekî buye bu parastna berjewendên mlletê kurd li zurbey welatên dunyayê û êk ji wezîfetên nuy yên diblumasî gringî dan bi berjewendên hevpişk yên mlletane jberku her welatekê li dunyayê hebît xudan berjewende û pêwîste ev berjewende bhêne parastin lewra arasta diblumasî ber bi çewanya parastna evan berjewenda çû li ser hindek bnemayên diblumasî, pêşkeftna alavên peywendî û hatin çûnê karîgerya xu li ser peywendyên welatan krîne jberku berî nuke hatin çûn zur ya bi zehmet buye yanjî demekê zur bu peywendîkrinê dçû heta ku kesek şyaba peyama welatê xu bgehînît belê evru bi tuytekî yan namekê zurbey welatan agehî ji rewşa welatên dî û berijwendên xu heye, li dû qunaxên jêk cuda da li demê (şerê tîrurê û şerê berevanî kirnê ji qewarê disturî yê herêma kurdistanê) kak nêçîrvan şyaye bi drustî û bi emanet rulê xu cêbecê bket jwana bi rastî nuynerê êş û azarên herêma kurdistanê buye ku jlayê mlletê kurd ve hatye raspardin nuyneratya herêma xu bket û li navendên diblumasî derbirînê ji syaseta gişt xelkê xu dket dîsan karê wî parastna berjewendên welatî û nîşan dana ruyê cwan yê welatî ye û berpirsyare beramber hemî kar û kiryarên xu..
parastna berjewendên herêmê çi l bexda yan frensa û navendên nîf dewletî bin ev hemî hewlên diblumatkarî di baznê (para diblumasî) da keftîne di xizmeta kêşa herêma kurdistanê da, demê pêwîst bwaye dergehê dan û standinê nehatye girtin û berdewam dan wistandin li ser bnemayên rêzgirtna berjewendên beramber kurdan şyaye li demê bûrî da mfayê ji pêgehê seruk wezîran yan bu qunaxa bhêt serukê herêmê werbigrît..
Li dumahîka evê gutarê weku derencamê babetyane bume dyardibît ku li her serdemekî alavên diblumasî ji êk cudane û pêwîste li gur wî demî û rîdanê kesê diblumatkar nuyneratya berjewendên welatê xu bket û bşêt baştirîn peywendyên hevalbendyê dgel welat û yekên nîf dewletî drust bket.

Hûn dikarin jî bixwazin