سۆرانی | English | العربية | kûrmançi               

Hevpeymaniya Navdewletî di derbarê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di derbarê rewşa Rojavayê KKurdistanê û egera ragihandina qedexekirina esmanên Rojava ji firînê re daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya hevpeymaniya navdewletî de hat gotin, “Di rewşa niha de pêwîst bi ragihandina herêma ji firînê re qedexekirî nîn e lê ev di pêşerojê de em vê pêwîstiyê paşguh nakin û her tim di rojeva me de ye.”

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku pêşnegiya wê Amerîka dike berî çend rojan li bajarên Heseke û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê sîstema parastina esmanî bicih kiribû. Hatibû ragihandin ku ew sîstema radar li hember gefa êrişeke esmanî ya li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye bicihkirin.

Herwiha hatibû diyarkirin ku ew sîstema parastina esmanî dê rojên pêş de li Reqqa û Dêre Zorê jî werin bicihkirin.

Li ser van rûdanan çavdêr û pisporên siyasî yên li heêrmê ragihandibûn ku dê esmanî Rojavayê Kurdistanê ji firînê re were qedexekirin.

Hûn dikarin jî bixwazin